Rijkmuseum ku li Amstredamê ye di sala 2019’an de xwe xist bin barekî giran. Muzeyê xwest tabloyê bi navê “The Night Watch-1642” (Dewriyeya Şevê) yê Rembrandth ku weke tabloyekî îkonîk tê zanîn, restore bike. Navê vê projeyê jî kirin “Operasyona Dewriyeya Şevê” û dest bi operasyona restorekirinê kirin. Piştî 5 salan pêvajoya yekem a operasyonê bi dawî bû. Niha jî operasyona ku weke pêvajoya duyem bi nav dikin li Rijksmuseum dest pê kiriye.
Ji bo tabloyekî bi vî rengî operasyoneke wiha kêm caran hatiye kirin. Di pêvajoya yekem de xebatkarên ku li ser restorekirina tablo hûr bûn bi rêya aqilê çêkirî, dîtbariya dijîtal û zanyariya kompîterê heta astekê hatin. Ev lêhûrbûna li ser tablo di heman deme de di derbarê bikaranîna rengan a hosteyekî weke Rembrandt de jî gelek tiştî derxistiye holê. Wî rengan bi çi awayî bikaraniye û guherîna rengan a li ser tabloyên wî bi çi awayî pêk hatiye derxistine holê.
Tiştekî ku vê restorasyonê taybettir dike jî ewe ku restorekirin li ber çavê serdêrên muzeyê tê kirin. Muze ji bo tablo odeyeke bi cam hazir kiriye û di hundirê vê odeyê de restore pêk tê. Kesên ku diçin serdana tablo ango muzeyê di heman demê de vê xebatê jî ji nêzîk ve dişopînin.
AMSTERDAM