Hanbayat: Divê Mafê Hêviyê were naskirin
Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 16:45
- Parêzera ÇHD'î Meral Hanbayat anî zimên li gorî biryara DMME’yê ya derheqê Mafê Hêviyê ya têkilî Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk qedexeya êşkenceyê binpê dike, ji zû de diviya dewleta Tirk yasayên xwe li gorî DMME’yê biguherandana û got divê qanûnên tecrîdê werin rakirin.
Endama ÇHD'ê Parêzer Meral Hanbayatê mijara tecrîdê û Mafê Hêviyê ya derheqê Rêber Abdullah Ocalan, ku van demên dawî rojeva esasî ya siyaseta Kurd û Tirkiyê ye nirxand.
Hanbayatê diyar kir ku li Tirkiyeyê cezayê muebbetê yê giran tê wateya mayina di girtîgehê de ya heta mirinê û derbarê çarçoveya wê de jî wiha got: “Mehkûmên bi sûcên li dijî destûra bingehîn, sûcên li dijî ewlehiya dewletê û sûcên li dijî parastina neteweyî, cezayên giran dixwin, li gor xala 17'emîn a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, xala 25'emîn a Qanûna Înfazê û xala 107'emîn a Qanûna Înfazê û xala 47'emîn a Qanûna Ceza ya Tirk heya mirinê di girtîgehêd e dimînin. Bi tu awayî sûdê ji derfetên taloqkirina înfazê nagirin."
Biryara DMME’yê ya derheqê Ocalan
Henbayatê derbarê "Mafê Hêviyê" ev tişt gotin: "Mafê hêviyê di rastiyê de mafek e ku hêviya girtî an jî mehkûm ku rojekê were berdan, û bigihîje azadiyê îfade dike. Ji ber vê yekê Tirkiye ji bo biryara DMME'yê ya 2014’an a derbarê Abdullah Ocalan de, biryara Vînter a Qiraliyeta Yekbûyî de û biryara derbarê Gurban, Kaytan û herî dawî jî Boltan de hineke îçtihad berpêş kirin. A rast di çarçoveya van îçtîhadan de vê tiştê dibêje: Her girtî divê xwedî derfeta berdanê be."
Binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye
Henbayatê bal kişand ser wê yekê ger cezayê muebbedê yê giran li kesekî bê birîn jî divê şert û mercên înfazê mirovî bin û got ku naveroka biryarên DMME'yê yên li dijî Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de ne. Hanbayatê got: "Yanî di van biryaran de tê gotin ku înfaza heta mirinê ya bêyî 'mafê hêviyê' binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab a di xala 3'emîn a DMME'yê de ye."
Diviya qanûn bihatna guherandin
Hanbayatê anî ziman biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan de ji sala 2021’ê ve ji aliyê Komîteyê ve hatiye rojevê û got ku ji bo rakirina vê binpêkirinê divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Hanbayatê anî ziman ku diviyabû Tirkiye di van 10 salên dawî de ev gav biavêtana û got ku di vê mijarê de ew wekî parêzer têdikoşin. Hanbayatê got: "Ez hêvî dikim ku di vê mijarê de demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin."
Divê qanûnên tecrîdê werin rakirin
Henbayat derbarê guhertinên qanûnî yên ku divê bên kirin de wiha got: “Pêwîst e xala 25’an a Qanûna Înfazê ya ku dibêje bi tu şert û mercî înfazên cezayên heta hetayê yên giran nayên rawestandin, bê rakirin. Dîsa di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) de tê gotin ku 'Ji ber sûcên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de hatine kirin, kes nikare sûdê ji serbestberdana bi şertî wergire.' Hem di Qanûna Înfazê de, hem jî di TMK’ê de û hem jî di Qanûna Cezayê ya Tirk de, divê ev qanûnên tecrîdê yên tund ên li ser mehkûmên cezayê heta hetayê girtine bên rakirin.”
Hanbayat diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 4 hezar kes bi cezayê muebbedê yên giran tên mehkûmkirin. MA