Ha gule ha huner!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:09

  • Heger huner bi rola xwe rabe, dikare di têkoşîna civakan de weke guleyekê bi tesîr be. Hunermendên Kerkûkî jî vê yekê diparêzin û dibêjin, huner her tim li gel gerîla, pêşmerge û şervanên Kurd bûye çavkaniya teşwîqkirinê da ku şoreş pêk werin.

BIRWA ESHED / ROJNEWS / KERKÛK

Hunermendên Kerkûkê diyarkirin ku ‘parastina hunerê’ bi qasî şerê gule û mûşekên li dijmin tê xistin, giringe û didin zanîn ku divê hunermend li gel hemû warên din ên têkoşînê li dijî dagirkeriyê xwedî helwêst bin.

Li gel têkoşîna çekdarî û siyasî, yek ji çeka herî bi bandor ya neteweyekê ku di parastina rûmet, nasname û hebûna gel de rol dileyîze parastina hunerê ye. Gelê Kurd jî yek ji wan netewane ku Rêber Ocalan jî wek neteweyek ‘jenosîdkirî’ bi nav dike bi taybet di warê hunerê de. Hunermendên Kerkûkê di derbarê giringiya parastina hunerê û xebatên hunerî de axivîn.

Hunerî xelk teşwîqî şoreşan kiriye

Hunermend Şêrwan Kerkûkî balê bir ser parastina hunerê û got: “Huner yek ji wan waran e ku li kêleka çek û qadên din ên civakê xizmeta şoreşên Kurdistanê yên li pey hev kiriye. Parastina hunerê jî bi qasî parastina bi gule û mûşekên li dijî dijmin tên bikaranîn, giringiya xwe heye. Ji ber vê yekê di şoreşên Kurdistanê de li gel pêşmerge, gerîla û şervanan, di qonaxên cuda de bûye teşwîqkarê beşdarbûna van şoreşan.”

Li Başûr guleyan şûna huner girtiye

Hunermend Şêrwan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku huner bandorek raste rast û mezin li ser avabûn û rêvebirina şoreşan de heye û dewam kir: “Di dîroka şoreşên berê yên li Başûrê Kurdistanê de, huner bûye xwedî rolek mezin, lê mixabin guleyan şûna wî girtiye. Nizanim sedema wê bi temamî hunermend in yan desthelat e, lê bi giştî Sirûda Neteweyî û teşwîqdana parastinê kêm bûye. Berevajiyê vê, li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ev huner di asteke bilind de ye.”

Ey Reqîb berhema şoreş û berxwedanê ye

Hunermend Çalak Sedîq derbarê heman mijarê de axivî û got: “Parastina hunerê li gorî serdeman hebûna xwe domandiye, bi taybet di dema şerê çeteyên DAIŞ’ê de piraniya hunermendan berhemên xwe li ser vê yekê derxistin da ku berxwedana li dijî van kevneperestan nîşan bidin. Ger ku em li dîrokê binihêrin jî, Sirûda Neteweyî ya ku ‘Ey Reqîb’ ku 60 sal berê hatiye çêkirin, yek ji huner û berhemên herî mezin ên şoreş û berxwedanê bû.”

Hunermend Çalak herî dawî destnîşan kir ku di her dema ku kareset û bûyerek li her cihek yê Kurdistanê rû bide, divê hunermend xwedî helwest bin û bêdeng nemînin.

Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê dest pê dike

Li hêla din dema destpêkirina Heftemîn Festîvala Şanoya li ser Cadeyan a Navdewletî ya Kerkûkê jî hat diyarkirin. Wê di festîvalê de bi dehan komên şano yên navxwe û derveyî Iraqê hazir bibin.

Li navenda rewşenbîrî ya Kerkûkê bi amadebûna hunermend, berpirsên hizbî û nîşandana şanoyek ya koma şano ya Hewar merasîmek ji bo diyarkirina dema destpêkirina Heftemîn Festîvala Şanoya li ser Cadeyan a Navdewletî ya Kerkûkê hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre rêveberê komîteya amadekar a festîvalê Nejad Necim axivî û behsa amadekarî û dema destpêkirina şanoyê kir.

25 kom beşdarî festîvalê dibin

Nejad Necim diyarkir ku ew ê îsal festîval bi çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê li ser budceya wan a taybet bê lidarxistin. Her wiha Nejad Necim eşkere kir ku ew ê Heftemîn Festîvala Şanoya li ser Cadeyan a Navdewletî ya Kerkûkê di rojên 19-20-21’ê meha Mijdarê de were lidarxistin. Nejad Necim diyarkir ji 67 komên şanoyê, komîsyonê 25 kom ji bo tevlî festîvalê bibe hilbijartine. Her wiha got wê ji Cezayîr, Îtalya, Tunus, Sudan, Îran û Suriyeyê jî komên şanoyê tevlî festîvalê bibin.

Piştî axaftinan koma şano ya Hewar şanoya bi navê “Tuwîna” ya ku li ser hezkirina mirov û netewane bi zimanê Kurdî û Erebî nîşan da.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.