Ha dibistan ha qereqol

Sêşem 30 Tebax 2022 - 21:15

  • Dewleta Tirk bi saziyên weke dibistan û qereqolan mêhtingerî û dagirkeriya xwe li Kurdistanê misoger dike.

Dewleta Tirk bi saziyên weke dibistan û qereqolan mêhtingerî û dagirkeriya xwe li Kurdistanê misoger dike.  

Derket holê ku beşek ji Lîseya Îmam Xetîb a Şehîd Mûrat Dîlmaç a li navçeya Wanê Serayê ji bo leşkeran kirine qereqol, û weke pansiyonê jî bi kar anîne.

Hate zanîn ku leşkerên tîmên taybet ên di Gulana 2020’an de şandine herêmê li pansiyona dibistanê hatine bicihkirin. 

Li gorî agahiyan di gulana sala 2020’an de yekîneyên tîmên taybet sewqî herêmê hatine kirin û li pansiyona ku xwendekar lê dimînin, hatine bicihkirin. Hate ragihandin ku 3 sal in leşkerên ku di meha Gulanê de tên navçeyê heta dawiya Mijdarê pansiyona ku xwendekar lê dimînin, dagir dikin. 

Axir ji ber ku dibistanên qişleyê yên dewleta Tirk jî ji bo qirkirina Kurdan in û qereqolên wan jî ji bo qirkirina Kurdan in, bi her du halan jî wezîfeya belavkirina dagirkeriyê bi cih tînin.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.