- Mamosteya Kurdî li Qazaxistanê Gulnara Azadî: Min bi derfetên xwe ev alfabe amade kir. Dema ez diçim deverekê, ez vê alfebeyê diyarî zarokan dikim. Dema zarok vê alfabeye dibînin, dibêjin, ‘Ha alfabeya Kurdî heye!’. Kêfa wan pirr tê.
Ji bo rojnameya Xwebûnê, rojnamevan Mehmet Alî Ertaş dosyayek li ser dersên zimanê Kurd û rewşa zimanê Kurdî li Qazaxistanê çêkiriye. Di wê dosyayê de mamosteya zimanê kurdî Gulnara Azadî dibêje, "Li Qazaxistanê ziman serbest e, lê Kurd zêde li zimanê xwe xwedî dernakevin."
Bi destwerdana Sovyetê bi dehhezaran Kurdên Misilman ên Qafqasyayê, di sala 1937´an de li Qazaxistanê hatibûn bicihkirin. Hejmara wan îro qederê 50 hezarî ye. Li gorî Mehmet Alî Ertaş, meseleya asîmîlasyonê li vî welatî jî êdî di nava civaka Kurd de dibe meseleyeke giran: "Lê di salên dawî de wekî Bakurê Kurdistanê bi qasî tê xwestin êdî bi kurdî naaxivin û bi kurdî naxwînin."
Ji ber wê Ertaş bi mamosteya zimanê Kurdî Gulnara Azadî re peyiviye û dosya-nûçeya li ser rewşa zimanê Kurdî li Qzaxistanê, ji bo rojnameya Xwebûnê amade kiriye.
Gulnara Azadî li Qazakistanê dersa Kurdî dide zarokên Kurd. Ew li ser rewşa Kurdî û Kurdan li Qzaxistanê serê pêşî dibêje, “Em wekî Kurdên li Qazaxistanê dema ku dengê Kurdistanê tê me kela canê me pirr zêde dibe. Kal û pîrên me ji sala 1937’an ve hatine Qazaxistanê. Kurdên ji Wanê di sala 1915’an de koçber bûne hatine vir. Dema nû kurd koçber bûn, gelek bûn. Lê niha qederê 50 hezar kurd li Qazaxistanê hene. Kurdên ku wê demê sirgûn bûne, hatine li gundên vê derê bi cih bûne.”
Gulnar Azadî li ser têkiliyên civakî û fîzîkî yên Kurdên Qazakistanê jî dibêje, “Têkiliyeke zêde nêzîk tine. Ji ber ku wekî gerdûnekê dûrî hev in. Li wir komarên Azarbeycanê, Gurcistanê, hene. Li wir Qazaxistan dikeve nava Rojhilat. Têkiliyek zêde germ tine ye.”
Ji rêûresma dibistanan tê
Gulnara Azadî dibêje, kalikê wê (bavê dayika wê), Keremê Elî Silêman, "di sala 1937’an li vir li Qazaxistanê dema li sirgûnê bû, dibistan ava kiribu. Wî perwerdehî li Koma Rewanê xelas kiribû. Kalikê min û komek hevalên xwe li Rewanê di sala 1930’î de dibistan ava kiribûn. Qanatê Kurdo, Keremê Eliyê Silêman, Eliyê Eyib, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Heciyê Cindî, Casimê Celil bi hev re dibistan ava kiribûn. Rewşenbirên Kurd ên Sovyetê bûn. Ew ji bo me gelek bi qedr û qîmet in. Diya min û bavê min digot, ´Eger mirovek bi zimanê xwe nizanibe wekî mirovê ker û lal e.´ Ev 10 sal in ez li ser lêkolîna ziman xebatê dikim. Di 4 salên dawî de min li ser 2 pirtûkan xebat kiriye. Min li ser ferheng û di purtûkan xebat kiriye. Min wekî din ji tîpên Kurdî û Rûsî bergeheke pirtûkê çêkiriye û tîpên kurdî li ser nivîsiye. Alfabeya kurdî amade kiriye. Ev alfabe bi taybetî ji bo zarokan hatiye amadekirin. Li bin her tîpekê navekî sewalan yan jî fêkiyekî heye. Min bi vê yekê xwest ku zarok hem fêrî ziman bibin û hem jî xwezayê nas bikin.”
3 sal karê ji bo ferhengê
Gulnara Azadî dibêje, ev 3 sal in ku ew li ser amadekirina ferhenga Rûsî Kurdî dixebite û wiha ji Ertaş re dipeyive: “Min ti kar nekir. Ez li malê rûniştim û min xebata ziman kir. Pirtûka ferhenga Kurdî bi giştî ji 20 hezar peyvan pêk tê. Kurdî-Rûsî ji 12 hezar peyvan pêk tê. Rûsî-Kurdî jî ji 7 hezar peyvan pêk tê. Niha jî min alfabe bi 4 zimanan amade kiriye; bi Kurdî-Rûsî û Qazaxî - Rûsî. Ez dixwazim li ser ziman xebatê bikim û pirtûkan çap bikim. Ev xebat û hilberîn kelecan, bawerî û hêzekê dide mirov. Dike ku mirov bi xwe bawer be. Ji bo wê, ez her tim di nava lêgerîn û lêkolînê de me.”
Qazax dibin alîkar
Gulnara Azadî li ser perwerdekirina zarokan a zimanê wan ê dayikê jî dibêje, “Min di Sibatê de ji Wezareta Perwerdehiyê ya Qazaxistanê re name nivîsî. Min got, nifûsa zarokên Kurd li vir gelek in û dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin. Min got, bi şertê ku mamoste ji me, lê derfet jî ji we bin. Min dixwest zarok li dibistana xwe bi zimanê xwe bixwînin. Di qanûnê wan de her netewe û civak dikarin bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin. Lê dewlet bi xwe derfetekê ava nake. Dixwaze em bi xwe derfetên xwe ava bikin. Ez niha li gundê ku dayika min li vir perwerde dida, hefteyê rojekê dersa zimanê Kurdî didim. Dema dapirê min hat li vir amadekarî dikir, gelê Qazax bû alîkar. Niha jî gelê Qazax dibe alîkar. Her tim hêz û moralê didin. Dixwazin ez her tim bi pêş ve biçim.”
Qedexe tine lê Kurd pişta wê nagirin
Gulnara Azadî, helwêsta Qazaxistanê jî wiha dinirxîne: “Li vir qedexeya dewletê ya li ser ziman û çandê tine. Rayedar dibêjin, her kes dikare bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Lê piştgiriyê jî nadin. Dixwazin her civak û netewe bi derfet û îmkanên xwe dibistanên xwe vekin. Mamosteyên xwe bi xwe bi pêş bixin. Dewlet dixwaze em alav û amûrên xwe bi xwe bi pêş bixin. Ez jî bi derfet û dildariya xwe xizmeta ziman dikim. Heta niha piştgirî û alîkariyek ji civaka me nehatiye. Heger abora min baş buya, min dê gelek karên baş û lazim kiribûne. Min bi derfetên xwe ev alfabe amade kir. Dema ez diçim deverekê, ez vê alfebeyê diyarî zarokan dikim. Dema zarok vê alfabeye dibînin, dibêjin, ‘Ha alfabeya Kurdî heye!’. Kêfa wan pirr tê. Kêfxweşiya zarokan hêz û moral dide min.”
Li malê bi kurdî biaxivin
Gulnara Azadî herî dawî ji bo zarok û malbatên Kurdan jî şîretekê dike: “Li nava malê xwe bi Kurdî biaxivin. Telefonên her kesî hene. Li her malê telefon hene. Divê her kes muzîk û bernameyên Kurdî li ser telefonên xwe bar bike. Divê malbat çand û zimanê xwe biparêzin. Heger em çand û zimanê xwe neparêzin, kes nikare biparêze. Em dibêjin, bijî Kurd û Kurdistan.”
* Dosya di rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin.