Gundê Gîre bi ciwaniya xwe tê nasîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Çile 2024 - 03:55

Gunde Gîre li rojhilatê navçeya Qeladizê ye. Di aliyê îdarî de ser bi bajaroka Hêro ya li devera Pişder e. 13 kîlometreyan ji navçeya Qeladizê dûr e. Cîranê gundê Darşimane ku ew paytexta Mîrnişîna Baban bû. Wê çendê jî ciwaniyek taybet bi gundê Gîre bexşiye. Niha li gund bi barîna berf û baranê re pelên daran weriyane, rastgehên li gundê Gîre bi şînkatiya xwe dîmenê biharê nîşan didin. Vê çendê jî dîmenek xweşik û dilgir bi gund bexşiye û çav jê têr nabe. Gundê Gîre ji bakur ve cîranê gundê Darşimaye, li başûr cîranê gundê Guman, li rojhilat ve cîranê gundê Bêkluyî û li aliyê rojava ve jî cîranê gundê Şilemer e. Gelek kaniyên avê yên bi navên, Kanî Piyawan, Kaniya Xirê Bereşkewtê, Kaniya Reşke Hincîr û gelek kanî û çavkaniyên din ên avê li gund hene. Gundên derdorê jî karîne sûd ji kaniyên avê yên gundê Gîre wergirin.

Gundê Gîre ava ye û niha 20 malbat tê de dijîn. Xelkê gund debera xwe bi çandinî û lawirvaniyê dikin. Di demsala havînê de jî wê berê xwe didin zozanan. Gundê Gîre bi berhemên xwe yên çandiniyê tê naskirin û dewlemend e. Ji van jî berhemên wek hêjîr, tirî, hinar, gûz, hirmî, hilî, sêv, qeysî, bih û gelek berhemên din li gundê Gîre hene. Berhemên çandiniyê yên gundê Gîre li nav bazara Qeladizê tên firotin.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.