Gundê Beklo ya Pişderê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:46

Gundê Beklo ser bi bajaroka Hêro ya girêdayî navçeya Qeladiz a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Gundê Beklo gundê herî dawî yê dikeve navbera sinorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye. Xwezayek gelek xweş a gund heye û bi berhemên xwe yên çandiniyê navdar e. Gundê Beklo nêzî deriyê sinorî yê Kêlê Qeladizê ye, li bakurê wê gundê Lasukêw, li başûr gundê Quryan, li rojhilatê wê gundê Kîfarawê û li Rojhilatê wê jî gundê Dareşmane hene. Derdora gundê Beklo bi çiyayên bilind ên weke; Duwpeze, Şinan, Wêlstin û çiyayê Reş hatiye pêçan. Ev çiyayên bilind hem dîmenê gund xweşik dike, hem jî dibin sedema av hewayek hênik li gund hebe. Di heman demê de gelek kanî û çavkaniyên avê li gundê Beklo hene. Ev gund bi xwezaya xwe ya xweşik tê naskirin, di zivistanê de bi berfê, di havînê de jî bi hewaya xwe ya hênik cûdahiya xwe ji deverên din nîşan dide. Ji ber şînatiya zêde ya li gund û av hewaya wê ya hênik rojane xelkê deverê serdana gund dikin. Gundê Beklo avaye û çend malek lê hene. Piraniya xelkê wê bi lawirvanî û çandiniyê ve mijule. Berhemên çandinî û lawirvanî yên gund bazara Qeladizê dewlemendtir kiriye. Gundê Beklo di şoreşên Kurdan de jî bûye cihê hewandina pêşmerge û şoreşgeran. Xelkê wê bi xwe jî di rêzên pêş de cih girtine. Ji ber vê çendê jî wek gelek gundên din ên Kurdistanê ketiye ber bombebaran û koçberiyê.

ROJNEWS/PIŞDER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.