Gulfiroşek li Germiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Çile 2024 - 02:30

Selam Îbrahîm 32 saliye û xelkê bajarokê Kelar ê ser bi îdareya Germiyane. Selam piştî dev ji dibistanê berda dest bi karê firotina gul û şitlên daran kir ku ev 5 sal in xwediyê şitilgeha xwe bi xwe ye. Di şitilgeha Selam de gelek cûrên gul û darên reng û reng difiroşe ku zêdetirî 300 cûrê gulan û 50 darên berî hene. Ev ciwanê kedkar di saet 7’ê sibehê de firoşgeha xwe vedike û heta êvarê li ser kare. Sibehê ji beriya her tiştî dest bi avdana gulên xwe dike. Piştre dest bi karê xwe dike.

Wek Selam Îbrahîm bi xwe dibêje zêdetirî 300 cûrên gulên nav malê di şitilgeha wî de heye ku gelek ji wan kêm tên dîtin û giran in, yek ji wan jî dara Bonsaî ye ku temenê wê 30 sale û nirxê wê 600 hezar e. Her wiha Selam mînaka gula Benjamîn jî da ku ew jî temenek dirêj zindî dimîne û nirxê wê jî milyonek dînar e. Selam Îbrahîm bal bire ser darên Sykes ku temenê wan 35 sale, li şitilgeha xwe de difiroşe ku ev piranî ji aliyê cihên fermî tên xwestin û ew ji wan re dixemilîne.

Selam di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku ji bilî gulên di nava malê de, gelek cûrên gulên derve jî hene ku gelek daxwaz li ser hene. Rojane xizmeta wan dike û av dide. Her wiha Selam Îbrahîm da zanîn ku zêdetirî 50 cûrên darên berî hene û ji avhewaya Germiyanê re guncav in. Selam Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li xelkê kir ku hîn zêdetir malên xwe û baxên xwe şîn bikin, ji ber ku ji bo jîngehê, xwezayê û derûniya mirovan giring e, dibe sedema dirêjbûna temenê mirovan jî.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.