Shannon Clegg ji dêvla ku kulîlkan têxe nav guldankê ango vazoyê, ew guldankên xweşik yên ji kulîlkan çêdike. Ji bo guldankan çêbike kulîlkên rengo rengo bi kar tîne. Wê bi vî awayî gelek guldank çêkirine û koleksiyoneke wê ya bi navê “Bouquet” (baqê kulîlkan/destegul) jî heye. Shannon Clegg destpêkê kulîlkan hişk dike û piştî ku kulîlk hişk dibin, dest bi çêkirna guldankan dike. Ji bo ew van guldankan çêke tenê kulîlkên rengo rengo û xweşik besî wê ne.
Ji bo kulîlk baş hişk bibin, ew çend mehan disekine da ku guldankên li gorî dilê xwe bisêwirîne.
Shannon Clegg bi eslê xwe Efrîkaya Başûr e, ji paytexta wê Cape Townê ye. Lê li Londonê dimîne û li ser “The Herbarium at The Royal Botanic Garden at Kew” xebitî. Bi vê jî ew hînî rêbazên parastina kulîkan bû. Di dawiyê de wê formeke bi vî awayî ji xwe re kifş kir û bi vê formê guldankên ji kulîlkan çêkirin.
LONDON