- Kitêba helbestan Gulcivîn ji Weşanê Nûbiharê derket. Kitêb piştî wefata Mela Siraceddînê Xelîlî bi 37 salan çap bû.
Kitêba helbestan Gulcivîn ji Weşanê Nûbiharê derketiye. Ev kitêb dîwana Mela Siraceddînê Xelîlî ye. Wî di sedsala bihurî de terhê helbesta klasîka Kurdî dewam kiriye. Mela Siraceddînê Xelîlî sala 1930´î hatiye dinêû 1983´yan wefat kiriye. Ji ber wê ev kitêb piştî wefata wî bi 37 salan çap bûye. Par di hejmara 147'an a Kovara Nûbiharê de jî helbesta wî ya ku navê xwe li dîwana wî kiriye bi tîpguhêziya A. Demir hatibû weşandin.
Di serdema Xelîlî de li Bakur Kurdî qedexe bû; gelek kesan newêriyabû bi Kurdî binivîsin. Kesên dinivîsandin jî kitêb û nivîsên xwe vedişartin; jixwe derfetên çapkirinê jî nebûn. Ji ber vê rewşê Mela Sîraceddînê Xelîlî jî baş nehatiye naskirin. Xelîlî bi helbesta xwe li ser terh û awayê helbesta klasîk a Kurmancî maye. Weşanxaneya Nûbihar ku berhem weşandiye dibêje, "Li gorî asta berhemên sedsala xwe, dîwaneke serkeftî pêk aniye. Dîwana wî ya bi navê Gulcivîn, yek ji dîwanên girîng û giranbiha ya serdema edebiyata klasîk a dawî ye. Zimanê wî xurt û herikbar e û gelekî sivik e ku di roja me de bi hêsanî tê fêhmkirin."
Axir di dîwanê de 143 helbest hene. Ev helbest jî li ser mijarên civakî û eşqê ne. Helbestên dînî jî di nava van de gelek in. Di 462 rûpelan de keda wergêr û lêkolîner Nezîr Gumuş jî heye.
NAVENDA NÛÇEYAN