Gulaşgirên Van Gogh ji nû ve hatin xêzkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Îlon 2022 - 02:59

Tabloya bi navê “Two Wrestlers” (Du gulaşgir) ya Van Gogh a ku bi rêya tîrêjên X-rayê di bin tabloyê wî yê “Still Life With Meadow Flowers and Roses (Wêneyê sekanê tevî gulan û zûrikê kulîlkan)” de hatibû dîtin, piştî 135 salan bi saya aqilê çêkirî ji nûve hate xêzkirin. Di tabloya Van Gogh de du kesên tazî ku gulaşê dikin, hene.

Anthony Bourached, di warê norolojiyê de dixebite û pispor e, tevî fîzîkzan George Cann projeya bi navê “Oxia Palus” bi pêş xist û bi saya vê projeyê, berhema Van Gogh ji nû ve xêz kir. Bourachad diyar kir ku li gorî teknolojiya îro wan encameke pirr serketî bi dest xistiye. Berhema “Two Wrestlers” di çarçoveya fuara hunerî Focus Art Fair de di navbera 1 û 5’ê Îlonê de li Muzeya Louvre (Parîs), li MORF Gallery hat nişandan.

Bi projeya “Oxia Palus” berê jî tabloya şêwekarê Îtalî Amedeo Modigliani ya bi navê “Portrait of a Girl (Portreya keçekê)” (1917) û tobloya “The Lonesome Crouching Nude (Taziya li ser qilavîzka rûniştî a tenê)”  ya Picasso ku li pişt tabloya wî ya “The Blind Man’s Meal (Xwarina zilamê kor)” (1903) veşartî bû ji nû ve hatibûn xêzkirin. 

Projeya Oxia Palus, van karên xwe yên ku tabloyên şêwekarê mezin û şareza ji nû ve xêz dike û derdixe pêşberî xelkê, weke “Neo masters” bi nav dike.

PARÎS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.