Nihayet Metîn mih û bizinên xwe li quntarên Keleha Wanê diçêrîne. Ew dibêje, ew li benda Gulanê ne da ku biçin zozanan. 

Piştî dinya hinekî germ bû, koçer jî ji bo zozanan dest bi amadekariyên xwe dikin. Li Taxa Yali ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, dayika 4 zarokan Nîhayet Metîn a 45 salî ku mih û bizinên xwe diçêrîne, li benda çûna zozanan e. Nîhayet nêzî 20 roj in li quntarên Keleha Wanê 50 serî pezê xwe diçêrîne.

MA/WAN