Guherîn û destpêkên wêrek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 00:54

Peykersazê bi navê Michael Benisty ji bo karibe têkiliya insanan baştir nîşan bide peykerên balkêş disêwirîne. Peykerên wî heta niha li Burning Man û her wiha cihên qamûyî hatine nîşan dan. Hin peykerên wî jî hene ku li meydanan mayînde dimînin. 

Peykerê wî yê bi navê “Splash” (pijiqîn) ku niha li meydana Oregon, Portlandê ye pêlên guherînê nîşanî xelkê dide. Ew rûyê insanan bi pijiqîna peşkên avê disêwirîne û peykerê xwe bi malzemeyê pola çêkiriye. Peykerê wî dibiriqe û weke ku ew ê biherike winda bibe tê xuyanê. 

Michael Benisty ji bo bo peykerê xwe got; “Berhema hunerî bûyereka girîng û tesîra hestan sembolîze dike. Her wiha guherîn, xwe nûkirin û hêza xwezayê jî teswîr dike. Dikarim bibêjim peykerê Splash behsa destpêkên wêrek jî dike û ji bo pêlên nû nîşaneyek e.”

Peykerê Splash têkiliya insanan û xwezayê rave dike. Yanî Benisty guherînê şênber dike bi vî peykerê û nîşanê xelkê dide ku xelk jî eynî weke avê diherikin û diguherin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.