Guhdarîkirina Kurdî jî propaganda ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Çile 2022 - 22:15

  • Li Wanê, Samî Tay ji ber li Strana Seyda Perînçekî "Erdalê Pirsûsî" di telefona xwe de guhdarî kiriye, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê” kiriye kete ber lêpirsînê.

Li Wanê, Samî Tay ji ber li Strana Seyda Perînçekî "Erdalê Pirsûsî" di telefona xwe de guhdarî kiriye, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê” kiriye kete ber lêpirsînê. Niha jî bi heman îdîayê, îdîaname hat amadekirin. Dozger dixwaze 5 sal ceza li Samî Tay bê birrîn. 

31'ê Tebaxa 2021'ê gava li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di telefona xwe de li strana "Erdalê Pirsûsî" ya hunermend Seyda Perînçek guhdarî dikir, polês hatibûn cem Samî Tay, û nasnameya wî kontrol kiribûn. Paşê polêsan, Samî Tay ji ber strana "Erdalê Pirsûsî" kiribû nezaretê. Samî Tay, piştî îfadeya li dozgeriyê, hatibû berdan. Lê belê polêsan telefona wî destser kiribû û piştî lêpirsîna derbarê wî de fezleke amade kirin. Paşê li gorî fezlekeyê îdîaname hat amadekirin.

Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê îdianame qebûl kir. 

Îdîaname ji du rûpelan pêk tê. Di beşa ewil a îdîanameyê de wergera Tirkî ya strana "Erdalê Pirsûsî" hatiye kirin. Di beşa din a îdîanameyê de hatiye îdîakirin ku Samî Tay piştgiriyê dide rêxistin. 

Di îdîanameyê de Samî Tay bi "propagandaya rêxisitinê" hatiye tohmetbarkirin û hatiye xwestin ku ji 10 mehan heya 5 salan ceza li Tay bê birîn.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.