Govenda Alî û Zîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Tîrmeh 2021 - 05:05

  • Di cihekî filmê de Îsa ji birayê xwe Xalid dipirse, “Ez fêhm nakim, dayika Zîn çima tiştekî wiha dixwaze, aqilê min têra vê yekê nake.” Birayê wî Xalid wiha li Îsa vedigerîne, “Tu çima fêhm nakî Îsa, mesele ne aqil e, mesele dil e.”

ARDÎN DÎREN

 

Bihizirin dayikek heye, rojekê dibihîze ku kurê wê hatiye kuştin. Her kes li benda şîngirêdanê ye - a rast, dewletê şîngirêdan jî qedexe kiriye - lê ev dayik ji dêvla şîngirêdanê, dixwaze ji bo kurê xwe govendekê bigerîne û tim bi kêfxweşî wî bi bîr bîne. Naxwaze li pey kurê xwe bigirî û hêstran bibarîne. Dixwaze derkeve derveyî usûl û qaîdeyan û li gorî dilê xwe kurê xwe veşêre. Ew çima biryareke wiha dide, em pê nizanin. Tenê ji dilê wê wisa tê. Dayika Zîn ji bo kurê xwe Alî vê daxwaza sosret dike! Gundî, mele û muxtar tev, lê dibin yek da ku dev ji vê biryara xwe berde lê dayika Zîn bi ya kesî nake û dixwaze govendekê li dar bixe ji bo kurê xwe Alî. 

Filma “Govenda Alî û Zîn” çîroka dayikeke dil bi jan e. Ev dayik di heman demê de absûrd û dûrî aqil e! Ma aqil têra her tiştî dike gelo? Carinan hin tişt bi aqil nayên ravekirin. Çîroka “Govenda Alî û Zîn” jî yek ji van çîrokan e ku bi aqil nayê ravekirin û her wiha di sînemaya me de jî wek mijar, mijareke cuda û balkêş e. Pêdivî bi çîrokên wiha heye, mirov kêfxweş dibe gava çîrokên wiha dibîne di sînemaya Kurdan de.

Ji ber van sedeman divê filma “Govenda Alî û Zîn” bi awayekî aqilane neyê şirovekirin, ew derveyî aqil e û divê bi hizir û hîsan were şirovekirin. Ji lewma derhêner ketiye pey hisên dayikekê û tevneke bi vî rengî daniye. Têkiliya di navbera Alî û Zîn de nayê nîşandan, ew li hember hev çawa bûn û girêdaneke çawa hebû di navbera wan de, em nizanin û em ê hîn jî nebin. Ew jî serketineke filmê ye li gorî min, hin tiştan eşkere nake û wan ji xeyal û ramanên me re dihêle. Derhêner rêzê ji temaşevanan re digire.  

Hûn bi aqil nabin!

Destpêkê, li gundekî Kurdistanê, rojekê cenazeyek tê qereqolê. Ev cenaze yê Alî ye û ji hêla dewletê ve hatiye kuştin. Alî çima hatiye kuştin, em nizanin derhêner nakeve pey vê yekê. Lê eşkere ye dewletê ew kuştiye. Birayê Alî li qereqolê ye û li benda cenaze ye. Lê beriya cenazeyê Alî bidin birayê wî Îsa, fermandarê qereqolê ji Îsa re dibêje, “Hûn bi aqil nabin! Ha ji we re cenazeyê we, lê dengê xwe zêde dernexin û bêdeng wî veşêrin.” Nûnerê mêhtingeriyê yê li ser axa Kurdisitanê dixwaze ew “biaqil” bin û “bêdeng” bin ji xwe re!. Di ser kuştinê re dewlet malbata Alî piçûk jî dixîne, heqaretê dike û gefan li wan dixwe da ku şîna Alî nekin.

Ji dêvla şînê govend

Dayika Zîn di navbera “bêaqil”bûn û “bêdengî”yê de dengê xwe bilind dike û dilê wê bi şîneke bêdeng ne razî ye. Ji lewma ew dibêje, em ê govendekê bigerînin ji bo Alî. Ev daxwaza dayika Zîn ji bo gundiyan re ecêb û sosret e. Cîran, gundî, ap, mele û muxtarê gund giş li ber vê daxwaza dayika Zînê radibin û tirsa qereqolê tînin bîra Îsa û dayika Zîn. Bi gotina meleyê gund, “ew ê serê wan bi dewletê re têxin belayê!” heger tiştek wiha bikin. Dîsa gotina apê Îsa ya “Ew ê hetka me bînin, em tiştekî wiha bikin.” Peyvên weke “bela” û “hetîketî” ji peyvên fermandarê qereqolê yên “ji xwe re biagil bin” ne cudatir in. Ji lewma jî divê dayika Zîn dev ji vê daxwaza xwe berde, nexwe ew ê bihetikin! Lê haya wan ji hetka mêhtingeriyê tine ye û dûrî hisên diyika Zîn in. Lê dayika Zîn, vê yekê dixwaze û ji ya xwe nayê xwarê, heta ku qereqol careke din ew bi kurê wê yê din ango Îsa tehdît dikin û ditirsînin. Dayika Zîn bi vî awayî dev ji vê daxwaza xwe berdide. Dilê wê nikare çûyina lawekî din jî ragire, ji xwe tenê tirseke wiha dikare bike ku ew ji biryara xwe vegere. Lê vê carê Îsa nasekine û bi rik tevdigere û dibêje, em ê vê govendê bigerînin ji bo Alî û amadekariya govendê dike. 

Mesele ne aqil e, dil e

Di cihekî film de Îsa ji birayê xwe Xalid dipirse, “Ez fêhm nakim dayika Zîn çima tiştekî wiha dixwaze, aqilê min têra vê yekê nake.” Birayê wî Xalid wiha li Îsa vedigerîne, “Tu çima fêhm nakî Îsa, mesele ne aqil e, mesele dil e.” Piştî vê gotina Xalid, Îsa hîna nû daxwaza diya xwe fêhm dike - ji fêhmkirinê wêde ew dile dayika Zîn his dike - û dilek jê re dibêje, divê ev daxwaz bi awayekî pêk were. 

Li mêhtingehê her tişt absûrd e

Li welatekî mêhtingeh, her tişt absurd e, bi qasî daxwaza dayika Zîn. Ji lewma daxwaza dayika Zîn li hember a qereqol û dibistanê ku her du jî saziyên mêhtingeriyê ne, ne sosrettir e! Qereqoleke ku nahêle tu şîna xwe bigirî û dibistaneke ku bi tirsê perwerdehiyê dide. Her wiha civakeke - gundî, mele û muxtar - ku nikare bibe hevparê êşa te. Li paşxaneya filmê ev giş hene û çîrokê xurt dikin. 

Ji dibistana dewletê dixeyide

Di filmê de tiştekî piçûk, helwêsta lawê Îsa, Kerîm jî xwedî cihekî taybet e. Kerîm diçe dibistana leylî (YÎBO) ya dewletê û li wir dixwîne. Lê gava tê malê û dibihîze apê wî wefat kiriye, ew dev ji dibistanê berdide û careke din naçe dibistanê. Ew bi vê helwêsta xwe ji dewletê dixeyide û hêrsa xwe tîne ziman. Ew jî wek dayika Zîn e, dilê wî wisa divê. 

Kuştin bûye rûtîna dewletê

Dîsa li cihekî, gava qereqol gazî Îsa dike û gefan lê dixwe da ku govendê çêneke û bêdeng bimîne, kesekî din heye li qereqolê û qereqol heman tiştî jê re jî dibêje, “Rahêje cenazeyê xwe û here. Bêdeng wî veşêrin.” Ji vir mirov tê derdixe ku ne tenê Alî tê kuştin, yên wek Alî tên kuştin gelek in û ev kuştin bûye rûtîneke dewletê ango kuştin li Kurdistanê bûye tiştekî ji rêzê. 

Govend dibe hebûna wan

Heger em vegerin govendê, li hember “biaqil”bûnê “bêaqilî” û “bêdengî”yê jî “govend” ango deng, ev dibe hebûna Alî, Zîn, Îsa û malbatê hemûyî. Filma “Govenda Alî û Zîn” di neqeba şîn û şahiyê de, xem û keserên dayikekê dibêje. Bêyî ku ew bixwazin hin kesan biqeherînin bi vê govenda xwe, dilê wan wisa divê. Dayika Zîn û Îsa li tiştekî wiha dihizirin û dixwazin vê hizra xwe pêk bînin bêyî ku li tiştekî din bifikirin. Çê yan jî xerab, hetikandin yan jî bela, encam çi dibe bila bibe, ew dixwazin ev bibe, û ew wê pêk tînin jî di dawiyê de. Li ber malê ji bo Alî dengê daholê bilind dibe û govend digere. Piştî govendê çi dibe û çi diguhere? Ti tişt naguhere, ew tenê ya dilê xwe dikin. 

Lê helbet di dawiya filmê de milê şikestî yê Îsa, nîşaneya tirs, lêdan û êşkenceya qereqolê ye. Em nabînin lê em fêhm dikin ku piştî govendê qereqolê êşkence li Îsa kiriye û milê wî şikandiye. Êşkence, kuştin û tirsa qereqolê ya li ser civakê her tim dubare dibe û kêm nabe li Kurdistanê. Lê govendeke absurd ya bi vî rengî jî ji ber ku bêdengiyê dipelêşe li xweşa qereqolê naçe. Ew jî dibe tirsa wan! 

Çend şêwezar bi hev re

Di filmê de diyalog pirr kêm in û ji xeynî çend cihan muzîk jî nehatiye bikaranîn. Derhêner bi vê bêhtir bala xwe dide herikbariya filmê ya bi dîmenan. M. Ali Konar, derhênerekî serketî ye ku ber bi zimanekî afirîner û resen yê sînemayê ve dimeşe. Lêgerîneke wî heye, dixwaze tiştên nû biceribîne di sînemayê de. Filmên wî bi mirov re hêvî û kelecanê çêdikin. 

Konar di filmên xwe de hewl dide hemû zaravayên Kurdî bi kar bîne û ev yek dibe şêwazeke sereke ya filmên wî. Mirov di filmên wî de çend zaravayên Kurdî bi hev re dibihîze. Konar, di filma “Hewno Bêreng” de jî şêwezarên Kirmanckî û Kurmancî bi kar anîbûn. Konar di filma “Govenda Alî û Zîn” de sê şêwezar bi kar anîne: Soranî, Kurmancî û Kirmanckî. Ev tercîha wî rengekî cuda bi filmên wî re çêdike û diyar e ew ji vê hez dike û ji bo filmên xwe yên siberojê jî dê heman tiştî bike. Diyar e, Konar ev ji xwe re kiriye derd, û xemên wî yên derbarê zimanê sînemayê de jî hene û her wiha lêgerîneke wî jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.