- Heqî Boltan: Gerandina govendê û strandina kilamên kurdî têkoşîna dîrokî ya qedîm e. Gelê Wanê bi vê helwesta xwe diyar kir. Çiqas êriş pêk werin jî ew dev ji çalakiyên parastina nexşeya hebûna kurd bernadin.
ROZA METÎNA
Zext û zordestiyên li ser ziman, çand û hunera gelê Kurd dewam dike. Bi taybet di rojên dawî de polîs bi ser dawetên li bajarên kurdan digirin, kesên bi kurdî stranan dibêjin û govendê digerînin dikin bin çavan û piştre digirin. Li bajarên wekî Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Êlih, Colemêrgê bi ser dawetên kurdan de hat girtin. Gelek kes bi hinceta govend gerandine hatin binçavkirin, hatin girtin. Li Wanê gel li ber avahiya DEM Partiyê bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” girtin û binçavkirin bi girtina govendê şermezar kir lê belê polîsan avahiya DEM Partiyê dorpêç kir û kesên govend digerandin dorpêç kirin.
Têkildarî mijarê rojnameger û Nûnerê DÎSK Basin Îş'ê yê Amedê Heqî Boltan nirxandin kir. Heqî Boltan bal kişand ser êrişên li ser ziman, çand û hunera gelê Kurd û têkoşîna li dijî vê yekê û got:”Divê binê vê hevokê jî bê xêzkirin: AKP’ê jî dersa xwe ‘baş’ xwendiye. Zane ku muzîk û huner hêz û qudretê dide hişmendiya neteweyî. Hestan geş û gur dike. Pir baş eşkere dibe ku ev êriş bi ser û ber, di çarçoveya siyaseta desthilatdar a AKP-MHP’ê de pêk tê.”
Ziman ji dev û hiş derdikeve
Heqî Boltan anî ziman ku li dibistanên tirkî zarokên kurdan ji nasnameya xwe tên dûrxistin û got:”Li ser navê perwerdeyê di dibistanan de zimanê zarokan ji dev û hişên wan derdixin. Bi polîtîkayên asîmîlasyonê zarok ziman û çanda xwe ji dev û hişê bavê xwe û diya xwe jî derdixin. Wan jî dikin wek xwe. Bê ku dayik û bav hîs bikin dibistanên tirkî çanda zarokan tune dike; zarok jî vedigerin malê, çanda diya xwe û bavê xwe tune dikin. Ev cure êriş daketine heta nava xew û xeyalên me kurdan.”
Rengê êrişan zêde dibin
Heqî Boltan bal kişand ser biserdegirtina dawetên kurdan û got:” Di van rojên dawî de êrişên li ser muzîk û hunera kurdî bi aweyekî berbiçav zêde bûne. Kurd ne xerîbê êrişên polîsên tirk in. Lê ev êrişana xwedî taybetmendiyekê ne. Heta niha hikumeta AKP’ê bi siyaseta ‘min stranên kurdî serbest kiriye’ pesnê xwe didan. Kurd bi vê gale-gala vik û vala dixapandin. Di hilbijartinan de ji hin derdorê kurd ên ‘reben’ deng girt. Di cihê vê siyasetê de ‘siyaseta Kurd tune ye, muzîka kurdî, çand û hunera kurdî jî tune ye’ ket meriyetê. Polîs û leşkerên tirk bi ser dawetan de digirin. Komên stranbêjan û ciwanên li ber stranên wan koman govend digerînin bi rengekî hov digirin û dikin bin çavan. Daraza AKP’ê jî biryara girtina wan dide û wan dişîne girtîgehan. Zexta polîs û leşkerê tirk, girtin, binçavkirin û girtîgeh çeka tirs û xofê ye û ji bo tunekirina kurdan û çanda wan tê bikaranîn. Alavên qirkirina çand û neteweya kurd e. Hesab ev e ku kurd bitirsin, dev ji kilamên xwe berdin. Dev ji çanda xwe berdin. Da ku qirkirin temam be. Êrişên polîsan yên li Wanê raste rast vê pesend dike.”
Dev ji helwesta efsûnî bernedin
Heqî Boltan diyar kir ku divê kurd dev ji vê hêz her wiha qudreta manewî ya efsûnî bernedin, ev yek heta dawiyê bê xurtkirin û got:”Gerandina govendê û strandina kilamên kurdî têkoşîna dîrokî ya qedîm e. Gelê Wanê bi vê helwesta xwe diyar kir. Da zanîn ku ew xwedî li xwe û stranên xwe derdikevin. Çiqas êriş pêk werin jî ew dev ji çalakiyên parastina nexşeya hebûna kurd bernadin. Dixuye ku ev êriş dê bidomin. Helwesta çalakiya gerandina govend û strandina kilamên kurdî divê ne tenê helwesta gelê me yê Wanê be. Ev helwest divê bibe helwesta Bakur. Kurd wê li ser vê bêtir xwe nas bikin û bikemilin. Dê ji vê pirtir di nava neteweya kurd de pêşengiya manewî ya yekîtiya kurd bike. Di qada navneteweyî de teşhîra dewleta faşîst mezin bike û berê piştgiriya enternasyonalîzmê bide Kurdistanê. Divê kurd dev ji vê hêz û qudreta manewî ya efsûnî bernedin û heta dawiyê bê xurtkirin.”
Heqî Boltan di heman demê bal kişand ser reşkirina nivîsên li ser rêyan û got:”Li dijî çar peyvên kurdî yên li ser riyan jî parçeyekî siyaseta êrişa dawî ya AKP-MHP’ê ye. Her çend tê gotin ku kesên ne diyar xwediyê vê kiryarê ne, lê ne wisa ye. Di rastiyê de kiryar diyar e. Kiryar bi fermana amirên bajêr pêk tên. Dîmenan nîşan dan ku kesên tên bi çek in. Ev jî her tiştî datîne ber çavan. Ev ne zarok in. Zilamên qirase yên bi çek û erebeyên bi çakar in. Kiryarên dewletê yên li dijî çand, huner, kilam, govend, zimanê Kurdî, cil û bergên Kurdî di nava kurdan û Kurdistanê de bertekan mezin dike. Heta hêzên ‘kurd’ ê li ber deriyê AKP’ê direyîn jî neçar dike ku bertekê nîşan bidin. Ev nîşane pir girîng e.”