Li ser xala dawî ya sînorê navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ya li quntara çiyayê Helgurd, golek xwezayî ya bi navê Gola Dîndar heye. Ev gol bi kenarên xwe yên balkêş, bala geştiyar û çiyageran dibe ser xwe. Gol di heman demê de dişibe nexşeya Iraqê.
Geştiyarê bi navê Piştîwan Xalid ku cara sêyeme serdana Gola Dîndar dike axivî û got; “Li quntara Çiyayê Helgurd gelek gol hene, yek ji wan dişibe nexşeya erdnîgarî ya Iraqê. Ev jî bûye sedem ku bala geştiyaran bibe ser xwe. Hertim geştiyarên biyanî û navxweyî serdana golê dikin.”
Çiyagerê bi navê Yusif Kako jî derbarê xwezaya herêmê de dibêje; “Hewaya li vê derê gelek xweşe, niha li vir nû bihar e û gelek gol lê hene. Ji bo vê hertim em berê xwe didin Gola Dîndar. Dema mirov ji jor temaşeyê golê dike, weke nexşeya Iraqê dikeve ber çavê mirov.”
Gola Dîndar, Gomesard, Gomewirg, Gola Saqar û Gola Benlîsê ku dikevin quntara çiyayê Helgurdê, yek ji diyariyên herî xweşik ên xwezaya Kurdistanê ne û bala geştiyarana dibe ser xwe.
ROJNEWS/HELGURD