- Kovara xêzeromanan a ji bo zarokan bi Kurdî Gogê dest bi weşana xwe kir. Di Gogê de hem cihê xêzeromanên navneteweyî yên ji bo zarokan û hem jî cihê qelemên Kurdî yên weke Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Îmam Cîcî û Evdal Can heye.
Kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG, kovara yekê ya xêzeromanan e bi Kurdî. Wê dest bi weşanê kir. Kovar dîjîtal der diçe û bi du şêwezaran e: Kurmancî û Kirmanckî. Kovar ji bo zarokên temênê wan 7 ta 14 salî ye.
Di Kovara GOGê de bêhtir xêzeroman hene. Di GOGê de Red-Kîd ê ku kawboyekî navdar e, Yakariya çermsor a ku bi heywanan re dikare biaxive, Thorgal ê ku ji bo parastina malbata xwe şer dike û Mîlo ya ku di navbera başî û xerabiyê de cîhaneke efsûnî keşf kiriye, hene.
Ji bilî van klasîkên ji bo zarokan ên ji cîhanê, di kovarê de qelemên xurt ên Kurdî hene ku wê bi karakter û çîrokên xwe ji bo zarokên Kurd di GOGê de bin. Dogan Guzel bi karakterê ‘Qirix’ wê xwe ji nifşê nû qut neke. Ender Ozkahraman bi ‘Çîrokên wê derê’ di kovarê de ye. Îmam Cîcî jî bi beşa ‘Kî ye ev’ di GOGê de cih digire. Di GOGê de efsaneya Şahmaran jî heye û Evdal Can ev efsane xêz kiriye. Di kovarê de serpêhatiya keçika biçûk Porsorê jî heye.
Hejmara 1´ê ya kovarê 48 rûpelî ye û tê de çîrokeke hunermendê Îsraîllî Asaf Hanûka jî heye. Di kovarê de wê qala serpêhatî û çîrokên zanyar û hunermendan jî were kirin.
Derhenêrê weşanê yê giştî Îmam Cîcî ye. Wî got, ji bo bipêşketina zarokên ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin, wan meydaneke alternatîf û xweser ava kiriye û ji bo nivîskar û xêzkarên Kurd jî ew ê bibin platformeke serbixwe.
Cîcî diyar kir ku kovar wê li ser meydana dîjîtal were weşandin û piştre jî ew ê hewl bidin ku li ser kaxizê çap bikin.
Kovarê çawa dest pê kir?
Navê kovarê ji lîstika kevin a Kurdî Gogê digire. Armanca kovarê ew e ku hem kêfa zarokan bîne û hem jî bi naverokeke perwerdeker li ber wan be. Kovar hem bi kurmancî û hem jî bi Kirmanckî ye. Kovarê xwestiye ileh bi Kirmanckî jî be ji ber ku naxwaze zarokên Kurd ên zimanê wan ê dayikê Kirmanckî ye, bi dezavantaj bin. Kovarê pêşî alîkariyeke 35 hezar lîreyê berhev kir hem ji bo mafê telîfê yê 8 mehan misoger bike û hem jî ji bo binesaziya xwe ya li ser înternetê amade kir. Ji bo weşana kovarê weşanxaneya Şemkurê hatiye damezrandin.
Di edîtoriya kovarê de Mamo, Dogan guzel û Ender Ozkahraman hene. Rêdûr Dîjle û Deniz Gunduz jî wergêrê ji bo kovarê dikin.
Abone jê re gelekî muhim in
Kovar niha li ser înternetê hewl dide bi aboneyan karibe dewama weşana xwe misoger bike. Li ser malpera kovarê dibêje: “Hûn ê ji bo abonetiya salane ji dêvla 12 hejmaran heqê 10 hejmaran bidin û hûn ê di dema abonetiya xwe de karibin hejmarên ku berê hatine weşandin hemûyan jî bixwînin.” Yanî hûn salane bibin abone hûn ê 2 hejmaran belaş bixwînin.
Kesa/ê dixwaze dikare di ser malpera GOGê re mehane yan jî salane bibe abone. Agahiyên li ser kovarê yên berfereh jî di malpera wê ya li jêr de peyda dibin:
https://www.gog-weneroman.com/?lang=ku
Niha online sibe çapkirî
Şemkurê ji bo weşana kovarê hatiye damezrandin. Di malpera koavarê de sedema damezrandina Weşanên Şemkurê wiha hatiye nivîsandin: “Li gor bîr û baweriya me, ji bo ku em karibin zimanê xwe ji vê rewş û weziyeta xopan xelas bikin, tekane rê; em xwe bigihînin zarokan. Lewma me bi vê bîr û baweriyê Weşanên Şemkurê ava kir.
Em koma ku ji bo kovara ewil a mizah û wêneromanê ya xwerû bi Kurdî xebitîn, niha jî me xwest em kovara ewil a wêneromanê ya zarokan a xwerû bi Kurdî derxînin. Em baş dizanin ku li her malê înternet an jî komputer tuneye. Lê ji ber ku niha qaweta me jî nagihê em bi hawayekî çapkirî derxînin, me bi hawayekî onlayn dest pê kir. Armanca me, em bi saya piştgiriya we kovara xwe bi hawayekî çapkirî jî derxînin û bi vî hawayî xwe bigihînin hemû zarokên Kurdan.”
AMED