‘Giyanên li ser lênûskê’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Tebax 2022 - 22:06

  • Navenda Çand û Hunerê ya Tebqa, Komxebata Yekem a Wênesazên Siberojê ya bi dirûşma "Giyanek li ser lênûsekê" bi dawî kir ku 3 rojan li hola navendê hatibû lidarxistin.

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqa, Komxebata Yekem a Wênesazên Siberojê ya bi dirûşma "Giyanek li ser lênûsekê" bi dawî kir ku 3 rojan li hola navendê hatibû lidarxistin.

Di komxebatê de, wêneyên ku zarokan xêz kirine û berhemên hunerî hatin pêşandan. Di roja dawîn a komxebatê de, endamê Navenda Çand û Huner Amir El-Enad bi xêrhatina beşdaran kir.

Hevserokê Komîteya Çand û Huner a Tebqa Elî El-Eleya bidawîbûna komxebatê li beşdaran pîroz kir û got, komxebat bû xwedî rolek di diyarkirina behreyên zarokan de. El-Eleya got, “Ez serketinê ji wênesazên siberojê re dixwazim û hêvî dikim ku behreyên xwe dewam bikin da ku nifşekî afrîner di şêwekariyê de bê avakirin.”

Di pêşangehê de wêneyên zarokên ku tev li komxebatê bûne, hatin nîşandan. Her wiha koma Beraêm El-Firat a Tebqa ya hunerên gelêrî û folklorî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Komîteya Çand û Hunerê zarok û mamosteyên wan xelat kirin. 25 zarokên 6 ta 16 salî beşdarî komxebatê bûn.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.