- Bajarê “Girsu” yek ji wan bajarên girîng ê Sumeran e. Arkeologan heta niha gelek xebat li vî bajarê kevnar ê li Iraqê, birine serî. Xebatên li bajarê “Girsu” ji bo serpêhatiya mirovahiyê ya li Mezopotamyayê baştir were fêhmkirin, girîng in. Ji lewre cara ewilî di gelek waran de tiştên nû li wir hatin kifşkirin.
Bi pêşengiya British Museum ev demek dirêj e li Iraqê hin xebatên arkeolojiyê didomin. Nexasim jî xebatên li bajarê Tello yê Iraqê bi encamên balkêş bi dawî dibin. Bajarê bi navê “Girsu” ku bajarekî kevnar ê Sumeriyan e, derbarê şaristaniya Sumeran û her wiha çanda wan de gelek tiştan vedibêje. Arekologan li bajarê “Girsu” perestegeheke kevnar dît. Jixwe Seraya Malmezin û Melikan jî li heman bajarî ye û ev bajar bajarekî girîng e ji bo rabuhiriya şaristaniya Sumeran.
Seraya Malmezin û Melikan 4 hezar û 500 salan kevin e. Par bi hevkariya arkeologên Ingilîz û Iraqî hatibû dîtin, tevî vê sarayê 200 kevalên bi nivîsa mîxî jî hatibûn kifşkiribûn. Ev keval, qeydên îdarî bûn û nîşan didan ku Sumeran gelek tiştên xwe qeyd kirine û nivîs baş bi kar anîne. Lê piştî ku ev seray hatibû dîtin, gelek kesan arkelogên ku ev xebat bi encam kiribûn tawanbar kirin. Wan got, rastiya vê tiştê nîne. Her wiha hat gotin, fon û pereyên ji bo vê xebatê hatine veqetandin jî badilhewa ye û beredayî tê xerckirin. Lê serokê xebatên arkelojiyê Dr. Sebastian Rey li ber vê yekê rabû û bi israr xwest ev xebat bidomin. Ew wisa pê bawer e ku ev encamên wan di derbarê şaristaniya Sumeran de kilîteke nû ye û dê gelek deriyên din ên derheqê Sumeran de ji mirovahiyê re veke. Ji ber ku Sumer yek ji wan şaristaniyên destpêkê ye, ew vê xebatê girîng dibînin.
Dr. Sebastian Rey gava cara pêşî di konferanseke navneteweyî de vê meseleyê tîne rojevê û encamên ku gihîştine dinirxîne, gelek kes jê bawer nakin. Dr. Sebastian Rey dibêje, “Her kesê rabû ji min re got, tu derewan dikî û wexta xwe beredayî dibihurînî. Fona hikûmetê û British Museumê jî ji bo tiştekî wiha xerc neke.”
Bajarê herî kevnar yê mirovahiyê
Bajarê “Girsu” ku weke bajarê herî kevin ê mirovahiyê tê qebûlkirin, Beriya Mîladê bi 3 hezar û 500 salan hatiye avakirin. Cara yekem nivîs li wir hate bikaranîn, her wiha qanûnên pêşî yên mirovahiyê jî li wir hatin çêkirin. Bajarê kevnar "Girsu” beriya 140 salan hate kifşkirin, lê xelkê heta niha bi rêyên qaçaxî gelek caran li wir erd kola û tiştên ku ji binê erdê derketin, talan kirin. Herî dawî bi hevkariya British Museum û Getty Museum di sala 2015’an de serayeke malmezinên wê demê û lewha û kevalên bi nivîsên mîxî, hatin kifşkirin. Her wiha perestegeheke ku li ser navê xwedayê Sumeran “Ningirsu” hatiye çêkirin jî di nav van kifşên wan de bû. Sala par, hin kerpîçên ku hatibûn dîtin jî niha li Muzeya Iraqê ya Bexdayê tên parastin.
Seray û perestgeh dîtin
Midûrê British Museumê, Hartwig Fischer jî piştî ku li bajarê kevnar “Girsu” geriya got, “Heta niha min bajarekî bi vî rengî nedîtiye û di nav bajarên kevnar de bajarê herî balkêş e” û girîngiya vî bajarê kevnar bi vî awayî nirxand; “Dibe ku îro roj derheqê Sumeran de agahiyên me kêm bin lê xebatên arkelojiyê yên li bajarê Girsu û kifşên weke seray û perestgehê ji bo em ji vê şaristaniyê fêhm bikin, encamên baş in. Ev encam rabuhiriyê ronî dikin û siberoja me jî bi agahiyên nû dewlemendtir dikin. Dibe ku li gorî şaristaniyên Misrê û Yewnanîstanê, Sumer kêm werin zanîn, lê ev xebatên li bajarê Girsu diçin serî, dê derheqê Sumeran de jî gelek tiştan vebêjin ji xelkê re.”
Di gelek waran de kifşên nû
Xebatên li bajarê “Girsu” ji bo serpêhatiya mirovahiyê ya li Mezopotamyayê baştir were fêhmkirin, girîng in. Ji ber ku wan cara pêşî bajar û dewlet damezirand û di gelek waran de berhemên bêhempa ava kirin. Wan tenê nivîs kifş nekir, her wiha di warê teknolojiyê û wêjeyê de jî gelek berhemên wan hene. Wan nîr, teker û matematîk bi awayekî tekûz û bi pergal bi kar anî. Dema ku wan bajar ava kirin, bi avakirina bajaran re nivîs jî dîtin û qanûnên xwe li ser lewheyan nivîsandin. Di warê wêjeyê de jî şareza bûn. Ji wan deman gelek îlahiyên wan mane. Jixwe “Destana Girgamêş” ya ku di dema Sumeran de hatiye nivîsandin, yek ji wan destanên herî kevn e ku weke helbestan hatiye lêkirin. Ev destan jî yek ji berhemên herî girîng ên vê şaristaniyê ye. Her wiha tê gotin, cara ewilî Sumeran bîra jî kifş kiriye. Ji lewre ew wisa pê bawer bûn ku bîra ji dil û pişa reş a insanan re derman e.
NAVENDA NÛÇEYAN