Gerîlayê berê bû serokkomar

Nûçeyên Cîhan

Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:18

  • Gerîlayê caran, Gustavo Petro yê çepgir, di hilbijartinên pêr ên serokkomariya Kolombiyayê de bi ser ket. 

Gerîlayê caran, Gustavo Petro yê çepgir, di hilbijartinên pêr ên serokkomariya Kolombiyayê de bi ser ket. Francia Marques a Kolombiyayî ya bi eslê xwe Efrîkî jî bû cîgira serokkomar. Û ew jina pêşî ya Efrîkî ye ku li vî welatî meqamekî fermî yê evqasî bilind bi dest dixe.

Gerîlaya caran, Gustavo Petro yê 62 salî, namzetê Koalîsyona Peymana dîrokî bû. Reqaîbê wî jî milyarder û namzetê Lîga Îdarekaran a Têkoşîna li dijî Nelirêtiyê Rodolfo Hernandez bû.

22 milyon Kolombiyayiyan dengê xwe da û ji van dengan Gustavo Petro ji sedî 50.46’ê hate hilbijartin. Petro bû serokkomarê 60'emîn a Kolombiyayê.

Petro, endamê berê yê tevgera gerîla M-19 bû. Berî niha şaredarê paytext Bogota bû. Gustavo Petro soza perwerdehiya zanîngehê ya bê pere, reformên ji bo teqawîtan û çareserkirina newekheviyê da.

Ji bo cîgiriya Serokkomar jî Francia Marquez hat hilbijartin. Ew bû yekem cîgira serokkomar a Efrîkî-Kolombiyayî li welêt.
Rêveberiya Gustavo Petro wê 7’ê Tebaxê serokkomariyê dewr bigre.

BOGOTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.