Gerîla bi hewarê ve çû

yekşem 2 tebaxê 2020 - 23:59

  • Yek ji gerîlayên ku li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo parastina gel çû Şengalê, Êriş Hewreman bû. Hewreman got, "Di demekê de ku cîhan hemû bêdeng ma, gerîla bi hewara gelê Şengalê ve çû."

Hewreman wisa qala wan rojan dike: “Min berê qet Şengal nedîtibû. Me herêm nas nedikir. Li Şengalê ti hêz nema bû, hemû reviya bûn. Ji aliyekî ve ew direviyan, li aliyê din jî me berê xwe dida Şengalê. Tişta ku min li Şengalê dît qet ji bîra min naçe. Li aliyekî kîn û hêrsa me hebû, li aliyê din jî xelkê Şengalê hebû ku hewl dida xwe bigihîne herêmeke ewle. Vê rewşê girîngiya wezîfeya me radixist pêş çavan."
Kêliya gel em pêşwazî kir, kelecaneke mezin da me. Gelekî kêfxweş bûbûn. Wan jî zêde tevgera me nas nedikir, lê belê baş zanîbûn ku ev hêza gerîla ji bo parastina wan hatiye. Kêliyên gelekî bi bandor û bi êş bûn. Dema ku li gerîla dinêrîn hêvî di çavê wan de dihate dîtin. Xwedîderketina wan mirovan a li gerîla mirov dikir heyranê xwe.
Di demekê de ku dinya hemû bêdeng bû, gerîla çû Şengalê. Her kesî meraq dikir ku gerîla wê bi roleke çawa rabe. Bi hezaran pêşmerge li wir hebûn. Dikarîbûn pêşî li fermanê bigirin, lê mixabin li şûna ku xwedî li gel derkevin çûn. Bala her kesî li ser gerîla bû. Gerîla bi zor û zehmetî xwe gihand çiyayê Şengalê û bi hezaran mirov parast, rizgar kir…”

KAWA TOLHILDAN/ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.