Gendelîstana PDK'ê

Nûçeyên Dosye

În 25 Hezîran 2021 - 09:34

  • Zack Kopplin, dibêje, li aliyekî bi peymanên veşartî yên dij qanûnî malbata Barzanî xwe dewlemend dike, li aliyê din bi destûrdana kirrîna petrola Îranê da ku wê jî bifiroşin DYE'yê xwe zengîn dike. Bi vê zengîniyê jî zexta xwe ya li ser civakê û binpêkirina mafên mirovan ên Kurdistaniyên Başûr dewam dike. 

Şirketekê bi piştgiriya PDK'ê û destûra wê di sînorên di kontrola wê de gelekî muhtemel e ku petrola Îranê firotibe eskerên Emerîkî yên li Hewlêrê. Rojnamevan Zack Kopplin, bi rojnamevaniya lêkoleriyê bi ser vê yekê ve bûye. Wî her wiha derxistiye holê ku Mensûr Barzanî bi hevkariyeke veşartî a bi şirketeke Emerîkî re gelek kar kiriye û xwe xurt û dewlemend kiriye.

Şirketa mutahid DGC International, di dema dagirkeriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Iraqê karekî zêde kir. Heman şirket niha bi rêya şirketa Mensûr Barzanî (Birayê Mesrûr Barzanî) hêzên PDK'ê dewlemd dike, ew hêzên ku li Behdînanê û Hewlêrê mafên mirovan ên rojnamevan, çalakger û welatiyan binpê dikin û her kesê ber xanedaniya wan radibe, bêdeng dike. 

Kara pirr peymanên neqanûnî

Kara ji petrol û sotemeniyê gelekî zêde ye. Galona mazotê ya bi 2 dolaran, şirketê bi 3.5 ta 4 dolaran difiroşe eskeriya DYE'yê. Heta wextekê, sala 2020'a galonek mazot wê bi 10 dolaran jî firot eskeriya DYE'yê.

Ne xema wezareta parastinê ya DYE'yê. Xema wê tenê ew e ku sotemenî bigihîje baregehên wê yên li Iraqê.

Kî pêşmerge kontrol bike navenda gendeliyê ye

Herçî DGC International e, wê peymanên xwe yên bi aliyê Kurd re bi hevkariyeke veşartî ya bi şirketeke Mensûr Barzanî re bi dest xistin. Mensûr Barzanî birayê serokwezîrê hikûmeta PDK'ê Mesrûr Barzanî ye. Yanî ji wê malbata olîgark e, ya ku xwe xwediyê Başûr dibîne. Rojnamevan Zack Kopplin, di nûçeya xwe ya di American Prospect de bi bîr dixe ku hêzên ser bi PDK'ê, di çalakiyên li dijî gendeliyê de gule li xwepêşanderan reşandine, ew kuştine û rojnamevan jî bi îdîaya sîxur in, girtine.

Dîplomatekî Emerîkî hê sala 2006'an ji bo Başûrê Kurdistanê nivîsîbû “Navenda gendeliyê li nava wan kesan e ku hêzên ewlekariyê kontrol dikin. Ew dikin ku lîstik wisa dewam bike, ji ber ku bi kontrolkirina sîlehan ew dikarin peymanên xwe yên neqanûnî ferz bikin". Ev peyamên veşartî, paşê bi destê WikiLeaksê hatibûn eşkerekirin. Zack Kopplin dibêje, "Van eskeran [behsa pêşmergeyan dike] û zengînbûna ji peymanên qirêj destûr da malbata Barzanî kontrola xwe ya li Kurdistana Iraqê xurt bike û muxalifan bitepisîne." 

Pentagon serê xwe bi gendeliyê naêşîne

Lê axir, niha DGC International ketiye ber lêpirsîneke Wezareta Dadê ya DYE'yê ji ber bertîl û gendeliya xwe ya li Başûrê Kurdistanê. Rojnamevan Zack Kopplin dibêje, havîna par, FBI'yê ji ber peyamên rêveberiya şirketê yên eşkere bûyî, çûn malên karmendên şirketê. Lêpirsînê kir ku peymanên bi şirketê re neyên dirêjkirin. Di nav van peymanan de ya herî bi kar jî, ya misogerkirina dabînkirina pêdiviya sotemeniyê ya hêzên Emerîkî yên li baregeha li balefirgeha Hewlêrê bû. Buhayê van peymanan 200 milyon dolar bû. Nîsana 2020'an Pentagonê ev peyman nû kirin û dan şirketeke din.

Par di nava salekê de reqîbê DGC Internationalê, Jamal al-Aalem jî 10 milyon galon sotemenî firot artêşa Emerîkî. Lê li gorî Zack Kopplin ev jî bi serê xwe skandal e, ji ber ku wî jî gelekî muhtemel e ku sotemeniya Îranê firotibe eskerên Emerîkî. Yanî petrola li rafîneriyên Îranê hatiye parzûnkirin, weke sotemenî firotiye Emerikîyan. Li gorî belgeyên tankêrên sotemeniyê yên di deriyê Haci Omran re derbas bûne, ev yek piştrast dibe. Yên ku deriyê Haci Omran kontrol dike jî dîsa malbata Barzanî û PDK ne. Bi qasî ku Zack Kopplin dikare bide piştrastkirin, bi rêya navbeynkarekî, hikûmeta Barzanî destekê dide Jamal al-Aalem. Jamal al-Aalem îdîa dike ku delîl qelp in, lê ti delîlên wî jî ji bo vê nînin. Bi ya wî mohrên şirketa wî û hevkara şirketa wî ya li Kalîforniyayê, yên ku weke delîl tên nîşan dan sexte ne. Pentagon jî naxwaze xwe û Barzaniyan bixe bin tohmeteke eşkere û dibêje, ew baweriyê bi belgeyên Jamal al-Aalem tîne. 

"War Dogs"ên bi rastî

Lê malpera Intelligence Online dibêje, belge hene ku nîşan didin ev sotemenî ji Îranê tê: “Ka sotemenî hemû ji ku tê, ne diyar e, lê hin çavkaniyên herêmî difikirin ku hin varîlên li derveyî Hewlêrê ji Îranê tên." Ev çavkanî belgeyên weke wêne û vîdeoyên tankerên bi nîşanên Îranê ne. Ev tankerên Îranê tên û diçin vî cihê li Hewlêrê sotemenî lê tê depokirin.

Pentagon naxwaze ev skandal bê bihîstin. Ne binpêkirina qanûnan bi destê malbata Barzanî û ne jî kirrîna petrola Îranê, naxwaze bi dengekî bilind bi lêv bike. Gelo pê dixwaze PDK'ê biparêze yan jî dixwaze zûzûka mîsyonên xwe bibe serî, ji wan pirsan in ku Zack Kopplin jî nikare bi isehî bersiva wan bide.

Zack Kopplin, qewimînan dişîbîne serpêhatiya David Packouz. Serpêhatiya wî bûbû mijara filma War Dogs (2016). David Packouz bi sextekarî û dek û dolaban mutahidî dikir ji artêşa Emerîkî re li deverên şer lê heyî. Jixwe Zack Kopplin sernavê "Real War Dogs of Iraq (War Dogsên bi rastî yên Iraqê)" li nûçeya xwe kiriye.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.