Dr. Immo Heske. Maketeke Hola Civatê ya Şah Hinzî di destê wê de ye.
Holeke mezin a ji serdema bronz a bakurê Ewrûpaya navendî, li navçeya Prignitzê, li bakur rojavayê Berlînê hat dîtin. Ev hol ne dûrî “gorna şahî” ya Seddinê (ew jî li navçe Prignitzê ye) ye. Arkeologên Elman ên ku kolana arkeolojîk û lêkolana li ser belgeyan dikin, difikirin ku wan hola fîgurê efsanewî yê wê serdemê Şah Hinzî dîtiye. Li gorî efsaneyê, Şah Hinz di darbesteke zêrîn de hatiye veşartin.
Ji bihara îsal ve arkeologên ji zanîngeha Goettingenê li gorna şahî ya Seddinê kolan dikirin. Ev devera nêzî Groß Pankowê, weke gorn û mekanê goristanî yê herî muhim ê li bakurê Ewrûpaya navendî tê qebûlkirin. Gorn beriya mîladê di sedsala 9´an de hatiye çêkirin û sala 1899´an hatibû kifşkirin. Serdema Bronzê li vê herêmê ji 2200´î beriya mîladê heta bi sala 800´î beriya mîladê dewam kiriye.
Hola mezin a ku arkeolog difikirin a Hola Civata Şah Hinzî ye, nêzî vê gornê hatiye dîtin. Berê holê 10 metreyan fereh e û dirêjahiya wê jî 31 metre ye.
80 salan bûye hola civatê
Dr. Immo Heske, serokatiya koma arkeologên ji Goettingenê dike. Ew dibêje, xaniyên hingê, bi pirranî şeş ta heft metreyan berê wan û dirêjahiya wan hebû. Ji ber wê jî li gorî xaniyên hingê, ev hola hanê, dêwane ye, nehît e. Di nava holê de cihê kuçkê diyar e û bilindahiya dîwarên wê jî 7 metre bûye. Arkeolog difikirin ku hol li ser du qatan hatibe çêkirin û li qatê jorê hin odeyên ji bo lêmanê yan jî civînên din hebin. Li quncikeke holê keştiyeke mînyatur jî hatiye dîtin û li gorî arkeologan ev keştî ji bo rîtuelan hatiye bikaranîn. Lokoler dihizirin ku ev hola hanê herî kêm 80 salan li ser piyan mabe û weke hol hatibe bikaranîn.
Axir, tu divê ev hol Hola Civata Şah Hinzî be û tu divê holeke din be; ev kifşa hanê ji bo dîroka bakurê Ewrûpayê muhim e, û dike ku mirov awayê jiyana mirovan ê wê serdemê yê li vê deverê çêtir fêm bikin.
BERLÎN