Em ji rêya xwe venegeriyan

În 28 Sibat 2025 - 03:00

Siyasetmedarê Kurd ê 74 salî Alî Engîzek ku ev 3 sal in ji ber madeya 129b ya qanûna ceza ya Elman dîl girtiye, doh hate berdan. Engîzek di 4’ê Adara 2022’an de hate girtin, 2 salan li girtîgeha Stammheim a Stuttgartê, salekê jî li girtîgeha Dusseldorfê hate ragirtin. Engîzek li pêş girtîgeha Dusseldorfê ji aliyê malbat û hevrêyên xwe bi girseyî hate pêşiwazîkirin. Engîzek spasiya kesên hatine pêşiwazîkirina wî kir û got:’’Di Elewîtiyê de dibêjin ew ên ji rêya xwe vegeriyane ketî ne. Lê em ji rêya xwe venegeriyan. Silav ji hemû Kurdistaniyên ku têdikoşin.’’

Di nava kesên ku hatin pêşiwaziya Alî Engîzek de kedkarê şoreşa Kurdistanê Apê Rojbaş (Alî Engîzek) jî hebû. Apê Rojbaş got:’’Alî Engîzek pismamê mine. Em di vê têkoşînê de bi deh hezaran qehremanê xwe şehîd dan. Em ê di vê rêya pîroz de meşa xwe bidomînin.’’

Alî Engîzek siyasetmedarek e ku di sala 1976’an de Hakî Karer li Îskenderûnê ew li tevl doza Kurdistanê kiriye. Di salên 1980-1988’an de li girtîgehên Tirk de hate dîl girtin. Heman demê di hefteyên borî de şehadeta birayê wî yê şoreşgerê 50 salî Hûseyîn Engîzek (Cafer) hate ragihandin.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.