Banga Rêber Apo hate silavkirin

Duşem 17 Adar 2025 - 03:40

Li gelek navendên Elmanyayê Kurd û dostên xwe herikîn meydanan û Banga dîrokî ya Rêber APO bi çalakiyan silav kirin.

KASSEL

Bi sedan kes bi posterên Rêber Apo û pankarta “Ciwan hem di şer û hem jî di aştiyê de fedaiyê Apo ne" li Qada Kasselê hatin cem hev û meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Girse heta ber avahiya Şaredariya Kasselê meşiyan û li vir mitîng hate lidarxistin. Girse piştî axaftinan li qadê govend gerandin. Dema ku girse belav dibû polîsan êrîşî gel kirin.

Polîs bi îdîaya “alên TCŞ’ê qedexe ne” xwestin hemû alan desteser bikin. Gel nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan dan. Li ser nerazîbûna gel polîs dev ji êrîşê berdan. Organîzatorên çalakiyê êrîşa polîsan şermezar kirin û diyar kirin ku ciwanên Kurd bi awayekî aştiyane daxwazên xwe yên demokratîk tînin ziman.

BREMEN

Gelek kes li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Oldenbûrgê li Hauptbahnhof ê Bremenê kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest bi meşê kirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ber bi Domşeideyê ve meşiyan.

Piştî meşê li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ji bo bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn pêşniyara çareseriyê pêşkêş kir û hate destnîşankirin ku helwesta welatên wekî Elmanya, DYE û Fransa ya li ser mijarê girîng e. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku mexdûriyetên ji ber qedexekirina PKK'ê derketine holê bên çareserkirin û hate gotin ku berdeewamkirina qedexeyê zerarê dide pêvajoya çareseriyê.

HAMBURG

Gelek Kurd û dostên wan li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê li ber avahiya Şaredariyê hat cem hev û çalakî lidar xistin. Parlamenterê Eyaleta Hambûrgê Dîe Lînke (Partiya Çep) Norbert Hackbusch di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê bi dawî bibe û anî ziman ku ji bo banga Rêber Apo pêk were divê qedexeya PKK'ê ya li Ewropayê bê rakirin. Hackbusch bi gotina “Freiheit fur PKK, Freiheit fur Abdullah Ocalan (Ji PKK’ê re azadî, ji Abdullah Ocalan re azadî)” dawî li axaftina anî. Kurdên li Elmanyayê û dostên wan bal kişandin ser girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya 27'ê Sibatê û diyar kirin ku ew ê xwedî li pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.