- Hunermend Xelîl Xemgîn û helbestvan Hekîm Sefkan dê li bajarê Almanya Stuttgartê konser û şeva helbestê li dar bixin. Şev wê 4ê Nîsanê roja Înê bê çêkirin. Di şevê de wê Xelîl Xemgîn stranên xwe û Hekîm Sefkan jî helbestên xwe pêşkêşî beşdaran bike.
Xelîl Xemgîn ê ku bi stranên Bagok, Çerxa Şoreşê, Egîdê Me Rakin, Ey Şehîd, Hogir, Hemzeyê Pehlîwan û hwd. ketiye nava dilê mîlyonan û bûye dengê Şoreşa Kurdistanê sala 2021’an bi koronayê ketibû û 3 mehan di komayê de mabû. Hunermend demeke dirêj bi pirsgirêkên tenduristiyê re mijûl bû. Biryara konserê ji aliyê hezkiriyên wî ve bi coş hat pêşwazîkirin.
Me bi Xelîl Xemgîn re hevpeyvînek çêkir û em li ser şeva stran û helbestan axivîn. Hunermend got: "Rast e. Piştî pêvajoya nexweşxaneyê pirsgirekên tenduristî dema min girt. Lê niha ez baş im. Tedawiyên min berdewam dikin. Dibe ku wekî berê ez nikarim beşdarî gelek şev û konseran bibim. Lê gotinek hêja a gelê me heye. Dibejin: Dilopek xwîna min jî bimîne ez ê li ser rêya xwe bimeşim. Me jî xwest em xebatên xwe berdewam bikin. Me bi hevalê Hekîm Sefkan re projeyek amade kiriye. Em ê li bajarê Stuttgartê dest pê bikin. Me xwest em stran û wêjeyê bînin cem hev û atmosfereke hunerî ya xweş ji beşdaran re pêşkêş bikin."
Hevkariya hunerî ya bi salan
Xelîl Xemgîn û Hekîm Sefkan di sala 1990’î de hev nas dikin. Bi hev re gelek projeyên hunerî pêk anîne. Ji bo Hunerkomê, Koma Berxwedanê, festîwal, şev, bîranîn û Med Tv‘yê...Hekîm Sefkan piranî car bi helbestên tarza serbest tê naskirin. Lê taybetmendiya wî ya herî girîng strannivîsandin e. Di van 35 salên dawî de herî zêde gotinên stranan wî nivîsandiye. Li ser 200î stran û sirûdên wekî Ez Şehîd im Pakrewan im (Hozan Comerd gotiye), Rojbaş Gerîla (Beser Şahîn gotiye), Mezin Apo Bilind Apo (Peywan Arjîn gotiye) û 15ê Tebaxê (Sirûda Koma Berxwedanê) nivîsandiye.
Hekîm Sefkan ji bo hunermend Xelîl Xemgîn jî nêzî 20 stran nivîsandin. Hin ji van ev in: Ey Şehîd, Roja Me, Raperîn, Bêhna te Dikim, Rewanê Jînê, Govenda Gerîla, Çiyayê Xerzan, Hoy Çemo Çemo, Ey Însan, Zînê, Şengal ve Hawar Hawar.
Em behsa hevaltî û rêwitiya hunerî ya bi dehan salan a di navbera Xelîl Xemgîn û Hekîm Sefkan dikin. Niha ev her du navên ku mohra xwe li muzîka kurdî hiştine, dê muzîk û helbestê bînin ba hev û bajar bi bajar konseran pêşkêş bikin. Dê stranan bibêjin, qala çîrokê stranan bikin û helbestan bixwînin. Yek ji armanca wan ev e ku: Konseran ji atmosfera şahî û dîlanê der bixin.
Bi muzîkjenên hoste re
Di konser û şeva helbestê de muzîkjenên hoste yên muzîka kurdî dê ligel Xelîl Xemgîn û Hekîm Sefkan bin. Xelîl Xemgîn dibêje: "Hevalê me Memo Yapıştiran li tenbûrê dide. Memo hemû stranên min ezbere dizane. Çîroka min û Memo hinekî wek çîroka min û Hekîm e. Em bêjin ev kursiye, lingek Memo, lingek Hekîm e, lingek ez im. Ji bo şeva me hevalên muzîkjenên pir hêja hene... Mesela hevalê Yasîn Boyraz heye (bilûr û ney). Hevalê Azad heye (bas û org), welatiyê min e. Hevalê Murat Bakrac heye, rîtmciyekî baş e. Amedê me yê NÇMê heye (piyano û teknîka dengê) û hevalê Mazlum Rewşen heye (gitarê)."
Konserên Stuttgartê
Xelîl Xemgîn di dawiya sala 1985'an de hatiye Ewropayê. Sala 1986an beşdarî çalakiyên Hunerkomê bûye. Hunermend got ku di heman salê de li Stuttgartê beşdarî şev û konserekê bûye û ev agahî parve kirin: "Min li Stuttgartê yekemîn konsera xwe di sala 1986'an de da. Salên piştre jî li Stuttgartê em gelek caran çûn konser û şevan. Gelê me yê li wir me nas dike. Konser û şevên pir baş me li dar xistiye. Yek ji wan bernameya zindî ya ku me ji Med TV re çêkiribû. Em wek Koma Berxwedan li wir bûn. Qet bîra min naçê, bernameyeke pir baş bû."
Çend pirs ji bo berxwedana Tişrînê
Mamoste, meha Kanûnê heta niha li Tişrînê şervanên QSDê berxwedana lehengiyê nîşanî cîhanê didin. Gel jî 8ê Çileyê heta îro bi lehengî xwepeşandanan li dar dixe. Tu temaşe dikî? Hestê te çawa ne?
Ez her roj pê re me. Her roj bi rihê xwe di nav de me. Dişopînim. Dost, heval û nasan re tekîliyê de me. Şoreşa Kurdistanê çandekî berxwedanê ava kir. Gelê me ev bû 40 sal bi lehengî di nav şoreşê de cih digire. Lê niha li Tişrînê mînakek cuda jî derketiye. Ne tenê Kurd, hemû pekhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî hene. Bi Erebên xwe, bi Tirkmenên xwe, bi Ermenî û Asûrî-Suryaniyên xwe... Her kes di nav da cîh digire. Tehlûkeyê dibînin û gel rabû ser piyan.
24 şehîd û 250 birîndar hene. Di nav şehîdan de ên ku tu nas dikî hene?
Min herî zêde Bavê Teyar nas dikir. Me li Ewropayê hevdû naskir. Wê demê me ji wan re hinek çalakî amade kiribû. Ez bawer dikim sala 2006 yan jî 2007 bû. Bavê Teyar jî hat û şanoyên xwe pêşkeş kir. Sala 2012'ê dema ku Rojava azad bû em çûbûn welêt. Me wê demê jî hevdû dît. Herî dawî jî sala 2015'an dîsa li welat me hevdû dît. Her wiha li ser telefonê pêyvendiyên me çêdibûn. Taybetî jî piştî ez li naxweşxaneyê derketim. Telefona min dikir. Bavê Teyar hunermendekî gel bû. Ê ku di nav gel de derketî, di nav gel de mayî û bi rihê gel, wê helwesta xweyî gelê şoreşgerî hunera xwe pêşkeşkirî Bavê Teyar e. Hunermendên wek wî kêm in. Girînge em îtîraf bikin. Em ne wekî Bavê Teyar in. Ew di nav gelê xwe de ma. Tevî zor û zehmetiyan jî tim berdewam kir. Rihê wî şad be.
Me hevalê Nazim û Azîz û hevala Denîz jî şehîd da. Gora wan bihûşt be. Bila serê ragihandina me yê azad sax be. Min hevalê Aziz (Köylüoğlu) li cem şehîd Seyîd Evran naskiribû. Rehmetî Necmettin Salaz jî li wir bû. Hevalê Azîz hevalekî têr û tije bû. Ew bingeha ku pê re çêbûye, lêkolînên wî û têgihiştina wî gelekî baş bû. Xwe baş gihandîbû. Em li ser rejîmên dewletên Araban û Îranê axivîn. Min meze kir ku hevalê Azîz gelekî têgihiştî ye û xwediyê analîzên xurt in. Rojnamegerên hoste yên wek Azîz, Nazim û Denîz bi hêsanî dernekevin. Ji bo me windahiyên mezin in.