Li gundê Kevrê Dena yê girêdayî Çilaxa kevrên mîna peykeran hene, nayê zanîn ku ev kevir xwezayî ne yan jî bi destan hatine çêkirin, ji bilî wê jî cihên lingan hene. 

Gundê Kevrê Dena dikeve başûrê rojhilatê Çilaxa û bi 5 kîlometre dûrî navçeyê ye. Gund bi destê Mihemed Berhek ê ji eşîra Hemka di 1930’î de hat avakirin. Hejmara malan nêzî 100 malî ye, piranî şêniyên wê ji eşîrên Hemka, Welyan, Elwî û Basqilê ne û debara xwe bi çandiniyê dikin.

Ji ber hebûna kevirên mezin ên wekî "Den" nav li gund hatiye kirin, ew kevir jî mîna kûzên qermîtê yên mezin ên ji bo avê ne û li derdora gund hene.

Kevirên gund mezin in û kevirên volkanî ne, lê hin kevir mîna peykeran in.

Nayê zanîn ku ev kevir xwezayî ne yan jî mirovan çêkirine.

Lêkolînên dîrokî û arkolojî  li ser van keviran nehatiye kirin.

ANHA/QAMIŞLO