Gelo 5 girtiyên Behdînanê tên berdan?

Duşem 15 Tebax 2022 - 22:30

  • Parêzerê Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen, li ser malpera xwe ya facebookê derbarê azadkirina bi şert ya girtiyên Behdînanê de agahî belav kirin.

Parêzerê dosyaya girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen ragihand ku ew bi Wezîra Karûbarê Civakî re peyiviye, û wê jê re behsa mijara azadkirina bi şert ya girtiyan kiriye. Li gorî parêzer dibêje, ew bi hêvî ne ku di nava çend rojên bê de pirsgirêk çareser bibe.

Parêzerê Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen, li ser malpera xwe ya facebookê derbarê azadkirina bi şert ya girtiyên Behdînanê de agahî belav kirin. Beşdar Hesen dibêje, ew li gel Wezîra Karubarê Civakî ya hikûmeta Hewlêrê Kuwêstan Mihemed civiyaye û derbarê azadkirina bi şert ya girtiyên Behdînanê de ew bi hev re axivîne.

Beşdar Hesen dibêje, ew hêvîdar in ku di van çend rojên bê de, karên ji bo azadkirina bi şert a girtiyan temam bibe û ew girtiyên ku lazime bên berdan jî werin berdan.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî yasayê, bi ya biryara Dadgehê û kêmkirina ji sedî 50 ya cezayan a ji aliyê serokê herêmê ve, diviyabû 5 girtiyên Behdînanê niha hatibana berdan. 5 kesên din jî pêwîst e herî dereng di nava du mehên din de werin berdan.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.