- Li bajarê Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Galtecarek’ ya rexne digire li xemsariya hikûmetê ya beramberî berhemên wêjeyî û hunerî, hate nîşandan.
BERÎTAN ZAGROS / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Li bajarê Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Galtecarek’ ya rexne digire li xemsariya hikûmetê ya beramberî berhemên wêjeyî û hunerî, hate nîşandan.
Lîstika Galtecarek pêr êvarê li Hola Giştî ya hunerên Bedew a Silêmaniyê hate nîşanda. Omêd Kemal şanonameya wê nivîsandiye û Gîvara Cebar jî derhêneriya wê kiriye. Akar Bekir bi karê muzîkê ê lîstikê daketiye.
Sehend Celal dekor çêkiriye, Sawên Celal jî kostumçêkerê lîstikê ye. Dêrîn Omer jî efekt û rohnî ji lîstikê re amade kirine.
Xelkê Silêmaniyê gelekî elaqe nîşanî lîstikê da.
Şanoya Galtecarek, rexne li xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramberî huner û wêjeyê girt. Şanoyê her wiha bal bire ser nebûna azadiya fikr li Herêma Kurdistanê û tehdît û tehlûkeyên li ser fikra azad.
Şano doh jî li heman hola li Silêmaniyê hat nîşandan.