Galî namîne

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Adar 2021 - 00:47

Di rojnameya Ingilîzî The Guardianê de, Libby Brooks bi dosyaya xwe balê dibe ser meseleya nemana zimanê Galî li Skoçyayê. 

Li gorî serjimara sala 2011´an bêhtirî 58 hezar mirovî gotiye, ew bi Galî dipeyivin. Lê li gorî rêveberê Înstîtuya Zimanzaniyê ya Zanîngeha Highlands and Islandsê, Profesor Conchúr Ó Giollagáin, li giravên ku lê hejmara kesên bi Galî dipeyivin, herî zêde jî hejmara kesên bi Galî dipeyivin ji 11 hezaran nabihure. Bi ya wî Galiya Skoçyayê wê "weke zimanê perwerdeyê û mîratê dewam bike, lê ew ê nebe zimanekî zindî". 

Galiya Skoçyayê li ser lewhayên du zimanî yên kolanan heye, bi ser de jî rêzafilma populer Outlander jî ew têra xwe da xuyakirin. 

Hin kes ne reşbîn in

Şêwirmendê huner û çandê yê saziya ji zimanê Galî li Skoçyayê berpirsiyar a bi navê "Bòrd na Gàidhlig“ê Brian Ó hEadhra ye. Di biwara Galî de ew reşbîn nîne: “Pêdiviya me pê heye ku bêhtir mirov, bêhtir bi Galî bipeyivin, em nikarin her berê xwe bidin reşbîniyê. Di warê hejmaran de jî divê em realîst bin. Ji ber mesele ne tenê ziman e. Di heman demê de veguherîna  civakî ye jî. Li deverên ku dilê zimanê Galî ne, serjimar kêm dibe.”

Ó Giollagáin dibêje, kampanyayên ji bo bikaranîna Galî li Skoçyayê muhim in: “Cihê ku berê xwe didinê, medya, dibistan, huner e, lê ji destekkirina axaftvanên zimên destek bikin, ti siyaseta civakî nîne. Weke nimûne, em dizanin ku ji bo dewamîbûna zimanekî tişta herî muhim, veguheztina ji nifşekî ber bi nifşê din ve ye. Lê ji bo destekkirina axaftvanan plana destekkirina malbatê nîne." 

Li dibistanên navîn zarokên dike-vin dersên zimanê Galiya Skoçyayê, kêm dibin. Li gorî rexnegiran, zarokên dikevin dersê jî bi pirranî zarokên malbatên çîna navîn in, ên ku ji avatajên perwerdeya duzimanî agahdar bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.