Rewşa zimanê holandî ya li dora bajarê Brukselê çawa ye? Di vê mijarê de her sal lêkolîneke berfireh tê weşandin. Lêkolîn li 19 beledîyeyên flaman ên li dora Brukselê ne tê kirin.
Ev beledîye wekî “Vlaamse Rand” tên pênasekirin û di nava herêma federal Vlaanderê de cî digirin. Hikumeta Flaman dixwaze zimanê holandî li vê deverê serdest bibe. Ji ber ku paytext Bruksela bi giranî bi fransî diaxive bandorê li vê deverê dike. Lêbelê lêkolîn nîşan dide, hikumet di vê meseleyê de ne serfiraz e.
Li gorî lêkolîna bi navê “Taalbarometer” a ji alîyê BRIOyê ve hatîye kirin, encax ji 10 kesan 4 kesên li dora Brukselê li malê bi holandî diaxivin. Ku bi zimanê îstatîstîkan bê gotin, ev jî dike ji % 37ê welatîyên li vê deverê dijîn. Rêjeya axaftina holandî li dora Brukselê di 2013an de ji % 48.8 û di 2018an de ji % 45 bû.
Ji daneyên dawî xuya dibe, axaftina fransî di nava niştecîyên Vlaamse Randê de belav dibe.
Li Brukselê rewş çawa ye?
Zimanê serdest ê paytexta Belçîka Brukselê fransî ye. Daneyên 2024an nîşan didin, ji % 81ê niştecîyên li vî bajarî bi fransî diaxivin. Zimanê holandî li hemû dibistanên frankofon ên Brukselê derseke ferz e. Xwendekarên fransîaxêv, ji sala 3. a dibistana seretayî û şûn ve dest bi perwerdeya holandî dikin. Li dibistanên flaman (perwerdeya bi holandî) ên Brukselê jî ji pola 5. û şûn ve fransî derseke ferz e.
ÎNFOWELAT