Franse çima îfadeya berpirs nagire?

Sêşem 6 Îlon 2022 - 04:22

Doza li dijî êrişkarê çeteya DAIŞ’ê di êrişa li bajarê Fransayê Niceyê ya 14’ê Tîrmeha 2016’an doh li Niceyê dest pê kir. Doz wê berevajî dozên terorê yên mayî, ne li Parîsê lê li Niceyê bi rê ve biçe, ji ber xizmên 86 kuştiyan û pirraniya bêhtirî 300 birîndaran jî li Nice û derdora wê ne. Lê detayeke balkêş di dozê de heye: Li ser navê DAIŞ’ê Adrien Guihal berpirsiyariya êrişê girte ser xwe. Ev çeteyê hanê îro di hepseke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtî ye. Heta niha jî rayedarên Fransî îfadeya vî kesî negirtine.   

 

865 aliyên sivîl

Di êrişa li Niceyê ya 14’ê Tîrmeha 2016’an a bi şev ve bêhtirî 6 salan bihurîn. Hingê çeteyê bi navê Mohamed Lahouaiej Bouhlel, bi kamyoneke zirxîkirî da nav xelkê, 86 kes qetil kirin, 15 ji wan zarok bûn. Wî 318 kes jî birîndarkirin li ser rêya peravê ya bi navê “Promenade des Anglais”. Polês êrişkarê kamyon diajot hingê kuşt. Di dozê de 8 kes tên tohmetbarkirin û li nav aliyên mudaxil de 865 aliyên sivîl û 133 parêzerên wan hene. 

 

Ji 9 tohmetbaran yekî xwe kuşt

Esas 8 kesên tên dadgehkirin bi sûcên piçûk tên tohmetbarkirin. Sisê ji wan bi endametiya “rêxistina xirabiyê ya terorîst” tên tohmetbarkirin. Yên din bi alîkariya kirrîna dermançeyê, kirêkirina kamyonê tên tohmetbarkirin. Du kes jê ji ber peyamên ku êrişkar ji wan re şandine û ji wan wisa diyar dibe ku wan di kirêkirina kamyonê alîkarî bi êrişkar re kiriye, tên dadgehkirin. Kesekî nehem ê dihat tohmetbarkirin, 8’ê Hezîrana 2018’an di hepsê de xwe kuştibû. Yek ji tohmetbaran jî halê hazir fîrarî ye. 

Lê yek ji delîlên herî darîçav, û kesê beşdarê êrişê, endamê DAIŞ’ê yê Fransî Adrien Guihal e. Wî li ser navê DAIŞ’ê berpirsiyarî girtibû ser milê xwe. Ew niha di hepseke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtî ye. Ti rayedarên Fransî yan jî dozgerên vê doza muhim jî hewl nedane ku îfadeya Adrien Guihal bigirin û wî tohmetbar jî nakin. 

 

Gelo zext wê bike ku Fransa îfadeya berpirs bigire? 

Dozê doh piştî nîvrojê dest pê kir. Çav li rê ye16’ê Kanûnê biryar bê eşkerekirin. Di rûniştinên dozê de 133 parêzer û 865 aliyên mudaxil yanî xizmên kuştiyan û birîndar bixwe, belkî zorê li dozgeriyê bikin ku îfadeya Adrien Guihal bê girtin. Dozgerî wê çawa bersivê bide vê zexta muhtemel jî wê paşê diyar bibe.

NICE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.