- Fransa û Awusturya piştî ku gelek êrişên çeteyên DAÎŞ'ê li wan rû dan, têkildarî koçberiyê û herêma Schengenê daxwaza tevdîrên nû dikin.
Fransa û Awusturya piştî ku gelek êrişên çeteyên DAÎŞ'ê li wan rû dan, têkildarî koçberiyê û herêma Schengenê daxwaza tevdîrên nû dikin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron sêşema bihurî li Qesra Elysee bi Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz re hevdîtin kir û mijara têkoşîna li dijî terorîzmê nirxand. Her du lîderan piştre bi beşdariya serokwezîrên Elmanya û Hollandayê, Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen 'civîneke bilind a biçûk' bi rêya vîdeo-konferansê li dar xist.
Macron piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gotinên wî nîşan didin ku hem Fransa hem jî welatên Yekîtiya Ewrûpayê wê dema bê polîtîkaya 'têkoşîna li dijî terorîzmê' û polîtîkaya koçberiyê bi hev re bimeşînin.
Macron anî ziman ku koçberiya neqanûnî û têkoşîna li dijî terorîzmê divê 'tevlîhev' neyên kirin, lê belê di navbera herdu fenomenan de 'têkilî' heye û divê li ser vê mijarê rawestin.
Macron bi bîr xist ku êrişa li bajarê Nice ji aliyê koçberekî Tûnisî ve hate kirin û îdîa kir ku ev rewş nîşan dide ku di navbera koçberiyê û terorîzmê de têkilî heye. Macron îdîa kir ku mafê penaberiyê yê li welatên Yekîtiya Ewrûpayê tê îstîsmarkirin, torên qaçaxçiyên mirovan, mirovên ji 'welatên şer lê nîne' ji vê yekê sûdê werdigirin.
Mijareke din a ku Fransa zextê dike jî guhertina Peymana Schengenê ye ku pirraniya welatên Yekîtiya Ewrûpayê tê de ne. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku ji nû ve nirxandina vê peymana li ser ger û geşta serbest a li 22 welatên Yekîtiya Ewrûpayê, Swîsre, Îzlanda, Norwêc û Liechtensteinê ji bo ewlekariyê pêwîst e.
Macron îdîa dike ku Schengen têra parastina sînorên derve nake. Awusturya jî pişta Macron digire. Elmanya jî diyar dike ku mesele tenê bi ewlekariyê yan jî bi polîtîkaya ceza çareser nabe.
PARÎS