Li Qada Dijîtal serwerkirina Tevgera Zimanê Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 00:41

  • Bi zanebûn û hişmendiya Kurd bi Kurdbûnê, Kurdî bi bikaranîna Kurdî, Kurdistan bi Kurdistanîbûnê tê parastin divê hemû malper, rûpel û xebatên din ên hemû tevgerên giştî, yên jin, ciwan û hwd., partî, rêveberiyên xwecihî/şaredarî, platform, sendîka, ajans, tv, rojname, weşanxane, kargeh, sazî, dezgehên Kurd û Kurdistanî yên li qada dijîtal di asta herî jor de bi Kurdî bin û li gor xet, pîvan, çand, nasname û nirxên Kurdîtî û Kurdistanîbûneke azad, civakparêz û demokratîk a xwebûnî û gerdûnî bin.

HEVAL DILBIHAR

Şer û têkoşîna di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst ên serwer, sermayedar, dagirker, mêtinger, serdest û desthilatdar û hêzên modernîteya demokratik ên xwebûnî, gerdûnî, neteweyî, civakî, exlaqî, polîtîk, demokratik, komunal, rîzgarîxwaz û azadîparêz li her derê cîhanê û li her qadeke jiyanê bi reng û awayên cuda didome.

Qada jiyana civakî çawa ku li gor rewş û têkiliyan pozisyon û helwestan diyar dike û tev digere ev rastî bi awayekî xweser di qada dijîtal de jî wisa ye. Li ser bingeha vê rastiyê, çawa ku di qada jiyana civakî de polîtîka, hewldan û kiryarên dagirker, mêtinger û desthilatdar ên tunehesibandin, pişaftin, dorpêçkirin, dortengkirin, helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî û hemû nirxên Kurdîtî û Kurdistanî bi awayekî domdar û ji her milî ve pêk tên ev yek bi rê, rêbaz û awayên cuda yên xweser di qada dijîtal de jî pêk tên.

Berxwedan û têkoşîna zimanê Kurdî û nirxên Kurdîtiya azad jî ne tenê di qada civakî de di qada dijîtal de jî tê meşandin. Lê berxwedan û têkoşîna heyî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî û nirxên Kurdîtiyê bi tu rengî têrê nake. Ew li aliyekî, ji ber ku piraniya Kurdan (bi taybetî jî Kurdên li bakurê Kurdistanê û li Ewropayê) li şûna zimanê Kurdî bi gelemperî zimanê biyanî (Tirkî û hwd.) bi kar tînin xizmeta dorpêçkirin, pişaftin û helandina zimanê Kurdî dikin, dibin hevparên kujerên zimanê xwe, dibin XWEkuj.

Sedem û armanc çi be bila bibe, di weşan, bernamesazkirin û her cureyê xebat, têkilî û danûstandinên di qada dijîtal de (çi bi deng, çi bi dîtbarî, çi bi nivîskî be) li şûna Kurdî tercîhkirina bikaranîna zimanê biyanî (Tirkî, Erebî, Farisî û hwd.) ya ji aliyê Kurdan ve li dijî hebûn û xwebûna Kurdan, zimanê Kurdî û nirxên Kurdîtiya xwebûnî şerm, rûreşî, şîrheramî û bêbextî, neyartî, kujerî û celadiyeke mezin e.

Bi taybetî jî tercîhkirina zimanekî biyanî ya ji aliyê tevger, partî, rêveberiyên xwecihî/şaredarî, platform, sendîka, siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnameger, karsaz, jin û ciwanên xwende û polîtîk, sazî, dezgeh û hemû derdor û kesayetên Kurd -niyet û armanc çi be bila bibe- di encamê de xizmetkarî, hevkarî û hevpariya hişmendî, polîtîka, nêzîkatî, pêkanîn û kiryarên pişaftin û jiholêrakorina zimanê Kurdî dike, dibe sedem ku hişmendiya zimanê biyanî li ser zimanê Kurdî pergala xwe ya serdestiyê ji her milî ve saz bike, zimanê Kurdî bibişîvîne û ji holê rake. Sed heyf û mixabin ev rewşa kambax û neletî wek heta niha hê jî di asteke gelek jor de berdewam dike.

Wek çareserî; berî her tiştî divê bikaranîna zimanê Kurdî ya di qada dijital de jî xeteke herî sor û jor û mor a ME hemû Kurdan be. Divê EM hemû Kurd, bi taybetî jî hemû derdorên Kurd ên pêşeng teqez ‘Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî yên Di Qada Dijîtal’ bi rengekî herî zanistî û pispor diyar bikin, bi rêbaz û amûrên herî rast û pêwîst sazgêriya pergala Kurdî, bi taybetî jî pergala lezgîn a Kurdî ya qada dijital pêk bînin.

Bi zanebûn û hişmendiya Kurd bi Kurdbûnê, Kurdî bi bikaranîna Kurdî, Kurdistan bi Kurdistanîbûnê tê parastin divê hemû malper, rûpel û xebatên din ên hemû tevgerên giştî, yên jin, ciwan û hwd., partî, rêveberiyên xwecihî/şaredarî, platform, sendîka, ajans, tv, rojname, weşanxane, kargeh, sazî, dezgehên Kurd û Kurdistanî yên li qada dijîtal (Youtube, X, Facebook, Tîktok, Instagram, malper û hwd.) di asta herî jor de bi Kurdî bin û li gor xet, pîvan, çand, nasname û nirxên Kurdîtî û Kurdistanîbûneke azad, civakparêz û demokratîk a xwebûnî û gerdûnî bin

Divê bi diruşma ‘Her Dem Kurdî, Her Der Kurdî’, bi giyan û hişmendiya raperîna ‘Tevgera Zimanê Kurdî ya Qada Dijîtal’ xebatên hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya bi Kurdî bên serwerkirin, bi têkoşeriyeke jîr, zana û pispor a di qada dijîtal de çeperên Kurdî, Kurdîtî û Kurdistanîbûyînê bên zêdekirin û xurtkirin, bi taybetî zimanê Kurdî li her çeper û şaneyeke qada dijîtal bê belavkirin û Kurdî bibe taca serê qada dijital.

Gotar ji hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.