Her gundek dibe îstasyonek demkî
Çarşem 4 Kanûn 2024 - 02:35
Qemer Ebd El Xefûr diyar dike ku her cara koçber dibin hest dike ji sifrê de destpê dikin û sedema wê bi van gotinan bilêv dike: “Ez diçim gundekî nû, kesekî lê nas nakim. Tiştekî min jî tê de tune ye ji bilî hêviyeke biçûk ku ez cihekî bibînim. Her gundekî em dighên, dibe îstasyoneke demkî. Demek derbas dibe, ez neçar dimînim careke din jê derkevim.”
Roja 27’ê Mijdarê çeteyên girêdayî dewleta Tirk, êrîşek dagirkeriyê birin ser Helebê. Di encama van êrîşan de leşkerên Şamê bêyî ku berxwedanek raber bikin, Heleb di destê çeteyên dewleta Tirk de hiştin. Heman demê çeteyan bi alîkariya dewleta Tirk êrîş bir ser Kantona Şehba-Efrînê. Di encama van êrîşan de bi hezaran kes neçar man koçber bibin.
Ji jinên koçber Qemer Ebd El Xefûr axivî.
Bîranînên me jî li pey me man
Qemer Ebd El Xefûr koçbereke ji gundewarên Helebê ye. Dayika 6 zarokan e. Dibêje ku di sala 2012’an de her tişt destnîşan kiriye ku dê jiyana wan ji kokê de bê guhertin. Qemer Ebd El Xefûr bi bîr dixe ku tu bijarte li pêşiya wan tunebûye, ji bilî terkandina malên xwe. Qemer Ebd El Xefûr neçariya ji ber êrîşan, wiha tîne ziman: “Em bûn qurbana nakokiyan. Bombebaran û topbaranê di her warî de em koçber kirin. Hewldana ji bo mayînê, ne pêkan dibû. Em neçar man her tiştî li pey xwe bihêlin. Heta bîranînên me jî li pey me man."
Her gundek dibe îstasyonek demkî
Qemer Ebd El Xefûr diyar dike ku her cara koçber dibin hest dike ji sifrê de destpê dikin û sedema wê bi van gotinan bilêv dike: “Ez diçim gundekî nû, kesekî lê nas nakim. Tiştekî min jî tê de tune ye ji bilî hêviyeke biçûk ku ez cihekî bibînim. Ez dixwazim bi ewle nefesa xwe bistînim û bi ewlehî tevî zarokên xwe rakevim. Di rewşên normal de tirs bi min re dimîne. Her gundekî em dighên, dibe îstasyoneke demkî. Demek derbas dibe, ez neçar dimînim careke din jê derkevim.”
Derfetê xwendinê tune ye
Qemer Ebd El Xefûr balê dikşîne ser tunebûna derfetên ji bo xwendina zarokên wê û wiha dibêje: “Yek ji zehmetiyên herî zêde min kişandin, min nikarîbû derfeta xwendinê ya berdewamî ji zarokên xwe re peyda bikim. Ez li zarokên xwe dinhêrim, ji gundekî ber bi gundekî ve diçin û nikarim ji wan re derfeta xwendinê peyda bikim. Tevî vê yekê jî herdem hewl didim dibistanekê bibînim."
Sebir çeka min a tekane bû
Qemer Ebd El Xefûr dibêje ku herdem hewl daye li ber zarokên xwe bi hêz xuya bike û wiha didomîne: “Dema gazinan ji rewşa jiyanî ya zehmet dikin, hewl didim xwe xurt nîşan bidim. Ez digirnijîm û min ji wan re digot wê rewş wiha dewam neke. Em ê hêviyê li cihekî bibînin. Sebir, çeka min a tekane bû."
NÛJINHA/HELEB