Pêr êvarê êrişkarekî DAIŞ´ê, li Brukselê 2 alîgirên tîma futbolê ya Swêde qetil kirin, di serdegirtina malê de jî hate kuştin.
Êrişkarê DAIŞ´î pêr saet 19:15’an li meydana Sainctelette ya li navenda Brukselê êrişeke çekdarî bire ser alîgirên tîma Swêdê û 2 kesên ku formayê Swêdê li xwe kiribûn û Swêdî bûn, kuştin.
Ji dîmenên li cihê bûyerê hatin kişandin, hate dîtin ku êrişkar ji scooterê peya bû û li kolanê gule li derdorê reşandine.
Êrişkar li ser Facebookê jî dîmenek weşand û got, ew endamê DAIŞ’ê ye.
Êrişkar Abdesalem L. yê ji Tûnisê, doh sibehê di serdegirtina kafeyekê de bi destê polêsan hate kuştin. Li gorî çapemeniya Belçîkayê, êrişkar bi sîlehê birîndar bûye û paşê miriye. Hate ragihandin ku êrişkar li kafeyeke li taxa Schaerbeekê hate kuştin. Li gorî malpera Het Laatste Nieuws, polêsan du gumanbar jî kirine nezaretê.
Hêjayî gotinê ye êrişkarê 45 salî bi qaçaxî li Belçîkayê dima. Di sala 2019’an de daxwaza penaberiyê kiribû, daxwaza wî hatibû redkirin û ji ber ‘profîla tundraw’ polêsan ew nas dikir.
BRUKSEL