- Li Saarbruckenê Kurdan êrişên DAIŞ'ê yên li Ewrûpayê şermezar kirin.
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, Kurdan êrişên DAIŞ'ê yên li Ewrûpayê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistaniyan li pêşiya Europa Galerieyê mîtîngek li dar xist û êrişên li Awusturya û Fransayê şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankart hatin hildan û bi daxuyaniyekê îşaret bi pêwendiya dewleta Tirk a bi van êrişan re hate kirin.
Her wiha hate bibîrxistin ku têkoşîna herî xurt a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hate meşandin û banga têkoşîna demokratîk a hevpar li gelan hate kirin.
Çalakî bi gotina dirûşma "Bijî piştevaniya navneteweyî" bi dawî bû.
SAARBRUCKEN