Fîlozof behsa daran dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Tebax 2021 - 05:59

  • “Wan dixwest ji bo carekê be jî xwe bibînin û li hemberî otorîteyê bi ser kevin. Lewma dewletê gelek caran xwestibû wan tine bike. Lê wan dixwest bibêjin, em hîna tine nebûne û li ber xwe didin.”

ARDÎN DÎREN
AMED

 

Belgefilma “Axavtina derbarê daran de” behsa çar sînemavanên Sûdanî dike, çar heval û hogirên ku ji sînemayê gelekî hez dikin. Behsa hêvî, bawerî, şikestin û berxwedana çar sînemavanên dilsoz dike, çar sînemavanên jiyana xwe bi eşqa sînemayê bihurandine. Temenê her çar sînemavanan jî nêzî 70’yî ye û dostên ji berê ve ne. Ji bo siberoja welatê xwe biguherînin û ronahiya sînemayê li welatê xwe geş bikin di navbera salên 1960 û 1970’yan de diçin Elmanya, Misir û Rûsya sînema dixwînin. Piştî ew perwerdehiya xwe ya sînemayê bi dawî dikin, vedigerin welatê xwe. Lê mixabin welat ne welatê berê ye û her tişt guherî ye. Yanî êdî kes nikare behsa daran jî bike!

Divê em behsa daran bikin

Navê belgefilmê ji helbesteke Bertolt Brecht e. Brecht dibêje, “Ev heyameke çawa ye / behskirina daran jî hema hema sûc tê hesibandin / Ji ber ku ew bêdengiyeke li ser ewqas cirman dihewîne!”* Gava Shaddad, Suliman İbrahim, Eltayeb Mahdi û Manar Al-Hilo li welatê xwe vedigerin, bêhtir bi vê rewşa xeter dihesin û bi filmên xwe dixwazin behsa daran bikin. Ev çar heval jî di heyameke zehmet de ne. Jixwe, film jî û derhênerê filmê Suhiab Gasmelbari jî dibêje, “Di rojên zehmet de divê em behsa daran bikin.”

Filmên baş û serketî çêdikin

Ev çar hevalên ku dixwazin qedara welatê xwe biguherînin di dema xwe de filmên baş û serketî çêdikin. Heta ew “Koma Filman a Sûdanê” jî bi hev re ava dikin û dixwazin filmên xwe li salonên sînemayê nîşan bidin. Lê wê demê li Sûdanê jiyan bi tevahî di bin zext û zoriya cûntaya leşkerî de ye û her tişt hatiye qedexekirin. Ev her çar derhêner her çiqasî filman çêdikin û xelatan digirin jî, piştî demekê ji ber zextên dewletê mecbûr dimînin ku birevin derveyî welat û demeke dirêj sirgûn dimînin. Hin ji wan demekê di hepsê de jî dimînin. Ev çar heval demeke dirêj ji hev vediqetin û nikarin hev du bibînin û têkiliya wan jî qut dibe. Lê piştî dîktatoriya Omer El Beşîr ji hev de dikeve, vedigerin welatê xwe da ku xeyalên xwe pêk bînin. Ew bi vê vegera xwe dixwazin hunerê sînemayê bi welatiyên Sûdanî bidin hezkirin.

Koma Filman a Sûdanê

Piştî bi 30 salan ew dîsa dixwazin li Sûdanê salonên sînemayê vekin û filman nîşan bidin. Omer El Beşîr sala 1989’an li Sûdanê darbeyeke leşkerî kir û darbeyê bi qasî 30 salan domand. Di dema darbeyê de hemû salonên sînemayê jî hatibûn qedexekirin. Niha ev çar heval dixwazin “Koma Filman a Sûdanê” ji nû ve saz bikin û dîsa li salonên kevn filman nîşan bidin. 

Hêvî û baweriya çar hevalan

Kes êdî guh nade salonên sînemayê û qîmeta wan nemaye. Ji bo mirov karibe rûne, kûrsiyek jî nemaye, her tişt ji hev de ketiye. Lê belê, hêviya van çar hevalan heye ku ev salon veguherin rojên berê û mirov werin li filman temaşe bikin. Lewma jî dest bi xebatê dikin û sînemaya ku navê wê “Şoreş” e paqij dikin û ji bo tê de filman nîşan bidin, wê amade dikin. Belgefilma “Axavtina derbarê daran de” behsa hêvî û baweriya van çar hevalan dike. Her wiha behsa serhatiya wan ya berê jî dike. Ka wan çawa dest bi sînemayê kiriye, filmên çawa çêkirine, çawa sirgûn bûne û herî dawî çawa vegeriyane welatê xwe. Belgefilm bi zimanekî mînîmal û sade behsa van qonaxan hemûyan dike. 

Ne mirineke xwezayî bû

Di belgefilmê de her çar heval tevlî bernameyeke radyoyê dibin da ku behsa serhatî û xebatên xwe bikin. Shaddad di bernameyê de dibêje, “Sînemaya Sûdanê mir, lê ev ne mirinike xwezayî bû!” Sînemaya Sûdanê bi destê rejîma Omer El Beşîr tê kuştin. Belgefilm her çiqas rasterast vê yekê rave neke jî, mirov ji axavtin û bûyeran bi hêsanî di vî yekê digihîje. Her wiha belgefilm jiyana van çar sînemavanên dilsoz di nav rewşeke polîtîk û civakî de tîne ziman. Wê paşxaneke xurt ava kiriye ji bo zimanê belgefilmê. Ji lewma dîmen mirov aciz nakin.

Çand nema Sûdan guherî çolekê

Derhêner Suhiab Gasmelbari wiha behsa bandora darbeya leşkerî dike: “Piştî şeva 30’ê Hezîrana 1989’an jiyana Sûdaniyan bi her awayî guherî, nexasim ji hêla çandî ve her tişt guherî çoleke rût û tazî. Piştî darbeyê salonên sînemayê hatin girtin. Xwestin arşîv, bîr û hefizeya Sûdanê ya nûjen jê bibin û tine bikin. Gelek arşîvên sînemavanan di bin avê de man û hinek ji wan jî di nav tozê de winda bûn. Projeyên sînemavanan hatin sekinandin û nehiştin filmên serbixwe werin çêkirin.”

Ev ji bo min dersek bû

Suhiab Gasmelbari sedema çêkirina vê belgefilmê wiha rave dike: “Rojekê ez jî vexwendim nîşandana filmekê. Ji ber zextên dewletê, wan nikaribû li peytext Xartûmê filman nîşan bidin, lê dikaribûn li hin bajar û gundan filman nîşan bidin. Wesayîteke wan ya kevn hebû, em siwar bûn û ber bi gundekî ve çûn. Wesayît di rê de gelek caran xera bû, em mecbûr man wesayîtê dahf bidin. Min xwest van dîmenan di belgefilmê de bi kar bînim lê min nexwest film veguhere komediyekê. Gava em gihîştin cihê nîşandana filmê, min dît ku cawekî spî bi du daran ve tikandine û dar di erdê re rakirine. Ba dihat û toz radibû. Min jî digot ji xwe dê her kes vegere mala xwe û kes li filmê temaşe nake. Piştî demekê du kes rabûn bi darên perdeyê girtin da ku ba perdeyê nefirîne. Heta film qediya bi giraniya xwe zor dan daran û kes ji cihê xwe ranebû, her kesî bi baldarî li filmê temaşe dikir. Dîmenên li ser perdeyê wek keştiyeke li ser avê, dihejiyan. Di vê navê de min li derûdora xwe nihêrî. Her kes dikeniya û milet kêfxweş bû. Ev ji bo min dersek bû! Wê kêliyê hizreke cuda bi min re peyda bû û min got, divê ev hîsên wan werin nîşandan. Ev ji bo min êdî wek pêdiviyekê bû. Li gorî min divê film pêdiviyeke hîsî bi cih bînin. ‘Axavtina derbarê daran de’ jî bi vî awayî derket holê û bersiva vê pêdiviyê ye.”

Ew fîlozofên hêviyê ne

Suhiab Gasmelbari li hember hêviya van çar sînemavanan matmayî dimîne û ew jî pêşî ji wan bawer nake. Lê bi demê re ew hewldana wan baştir hîs dike û dibîne. Suhiab Gasmelbari dibêje, “Gava me film çêdikir, gelek kesan digot, hêviya van çar kesan ji ku tê, ev hêviya sînemayê çawa bi wan re peyda dibe. Tiştê ku dike vê sînemaya kevn û xerabûyî ji nû ve çêkin, çi ye gelo? Jixwe, ez jî van derhêneran weke ‘fîlozofên hêviyê’ bi nav dikim. Ew dizanin û pê dihesin ku li hemberî dewletê, hêzên çekdar û her wiha her tişta ku li derûdora wan diqewime, lawaz in. Ew baş hay ji vê yekê hene. Wan heta niha gelek berdêl dane, ketine hepsê û hatine sirgûnkirin. A rast di destpêka belgefilmê de min jî digot, hewldana wan ya vekirina sînemayê tiştekî beredayî ye, lê her ku min ew nas kirin, tiştên wan hîs dikirin, min baştir fêhm dikirin. Wan dixwest ji bo carekê be jî xwe bibînin û li hemberî otorîteyê bi ser kevin. Lewma dewletê gelek caran xwestibû wan tine bike. Lê wan dixwest bibêjin, em hîna tine nebûne û li ber xwe didin.”

Belgefilma “Axavtina derbarê daran de” li festîvala “Berlinale” a 69’an xelata belgefilma herî baş wergirt. Filma 93 deqîqeyî li gelek festîvalên din jî geriya û xelatên baş girtin. 

* Was sind das für Zeiten, wo / Ein Gespräch über Bäume fast ein Verbrechen ist / Weil es ein Schweigen über so viele Untaten einschließt! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.