Filmên Kurdî li Zurichê tên nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 00:25

Li bajarê Swîsreyê Zurichê, çalakiya fîlmên Kurdî dest pê kir.

Çalakiyên Filmên Kurdî yên ku Populaire Film Clup, Komîteya Rojava ya Zurichê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurichê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a Zurichê li bajarê organîze dikin, bi nîşandana filmê "Nanê Pîroz" ê derhêner Rahîm Zahîbî û filmê Dartaş ê derhêner Xelîl Sehrager dest pê kir. Çalakî ji ber salvegera 100’î ya parçekirina Kurdistanê bi Peymana Lozanê, tê lidarxistin û wê mehekê dewam bike.

Komîteya amadekar a çalakiyê ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ya bi Peymana Lozanê hatiye parçekirin, ew hewl didin qadeke çalak biafirînin.

Di daxuyaniyê de organîzatoran îşaret kir bi komkujî û qirkirina di nava 100 salan de li Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Keldaniyan, Ermenan, Çerkes û Êzidiyan hatin kirin û got, armanca şeş dokumanterên hatine hilbijartin, nîşandana rewşa dîrokî û heyî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mijara hevpar a vê meha filman ew e ku filman bikin yek û bi vî rengî sînoran ji holê rakin. Ji her herêmê wê filmek bê hilbijartin. Di festîvalê de wê filmên derhênerên Kurd ên li ser çand, berxwedan, femînîzm û antî faşîzmê bêne nîşandan."

Di çarçoveya festîvalê de filmên Nanê Pîroz, Dartaş, Sara-Jiyana min timî şer bû, My Paradîse ya li ser şoreşa Rojava, Bîr û Şêro Hinde, Love in the Face of Gencide ya li ser Şengal û Êzîdiyan bêne nîşandan.

Her wiha derhênerên filman jî wê bi beşdaran re li ser filmên xwe biaxivin.

ZURICH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.