BAYRAM BALCI

 

Di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Arjantînê ya Sêyem de filmên derhênerên Kurd jî hatin nîşandan. Belgefilma Derya Deniz “Hêza”, ya Dersim Zereyan “Nameyên ji Şengalê”, ya Elîf Yigit “Ji bo edaletê” û ya Rêger Azad Kaya “Gava Şitil Mezin Dibin” di festîvalê de hatin nîşandan. 

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Arjantînê ya Sêyem û Festîvala Belgefilman a Emerîkaya Latîn (DOCA) îsal bi rasthatina salvegra 40'î ya rizgarbûna Arjantînê ji dîktatoriyê, festîvalên xwe li ser mijara “Sînemaya Têkoşîn û Berxwedanê”. 

Komîteya amadekar a festîvalê got, “Em ê berxwedana kolanan a ku di çêkirina belgefilman de xwe daye der bi rêzdarî bi bîr bînin.”

 

Beşa sînemaya Kurdistanê

Festîvalê 29’ê Hezîranê dest pê kir û heta 5’ê Tîrmehê dewam kir. Di festîvalê de beşa Kurdistanê jî hebû. Kataloga festîvalê wiha behsa vê beşê dikir: “Sînemaya Kurd behsa yekê ji tecrûbeyên xas ên dinyaya hevçax dike, yanî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û dike ku ew têkoşîn xuya bike.” Axir festîvalê sê belgefilmên Kurdan û filmekî sêwirandî yê Kurdan nîşan dan.

Bi navê beşê “Foco Kurdistan” ev film hatin nîşandan. Belgefilmên “Hêza” û “Nameyên ji Şengalê” bal birin ser têkoşîna jinên Êzîdî li dijî fermana 74'an û şerê li dijî DAIŞ'ê.

Di heman beşê de belgefilma “Ji bo Edaletê” jî hat nîşandan û vê belgefilmê bal bire ser bûyera komkujiya bi destê parazvan û xizmên parlamenterê hingê yê Rihayê yê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz li dijî malbata Şenyaşar û doza malbatê ya ji bo pêkhatina edaletê.  

Di heman beşê de filma derhêner Rêger Azad Kaya, “Gava Şitil Mezin Dibin” jî bala temaşevanên festîvalê bire ser Kobanêya piştî şerê li dijî DAIŞ’ê. Piştî nîşandana filmî, bi beşdariya femînîst û lêkolera Kurd Dilan Bozgan, aktorê Kurd Remzî Pamukçu û rojnamevan Leandro Albani panelek jî hat lidarxistin.