Filmên berxwedanê hatin nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Îlon 2020 - 01:00

Di roja sisiyan a Mihrîcana Lêlûn a Navneteweyî de ya ku li kampên Berxwedan û Serdem ya kantona Şehbayê li dar dikeve, gelek filmên li ser azadî, berxwedan û diyardeyên ku mirovahiyê pêk tîne, hatin nîşandan.
Di festîvalê de pêr êvarê jî Mission H2O ji Venezuelayê, The red mountain (Çiyayê sor) ji Lubnanê, Password (şîfre) ji Îranê, The tumor (Tumor) ji Îranê, Steep (Şor) ji Hindistanê, Nations like you (Neteweyên weke we) ji Misrê li kampa Berxwedan hatin nîşandan.
Li kampa Serdemê jî pêr Shanin ji Îranê, General Dream (Xewna giştî) ji Elmanyayê, Best Prize (Xelat herî baş) ji Iraqê, Angman ji Îrlandayê, El-Berzex ji Misrê, Winged Miracle (Mûcîzeya bi bask) ji Azerbeycanê hatin nîşandan.
Doh jî di çarçoveya festîvalê de li Kampa Berxwedan White fish season (Sezona masiyê spî) ji Îranê, CV ji Mexribê, Orange man derams (Xewnên zilamê pirteqalî) ji Iraqê, Under the shadow (Li bin siyê) ji Urdunê, Têlê Kincan, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîşandan.
Li Kampa Serdemê jî Narrgese Mast ji Îranê, Juan Viento ji Arjantînê, Elephant bird (Teyrê fîlî) ji Efxanistanê, Irony (Îronî) ji Awustralya, Beware the wolf (Hay ji gurî hebe) ji Fransayê, Electric ji Fransayê, Dengê daholan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîşandan.

Bernameya îro

Îro bi xwe, li Kampa Berxwedanê The long nigt of imagination (Şeva dirêj a xeyalkirinê) ji Spanyayê, Above the knee (Di ser kabokê re) ji Misrê, A.D.A.M ji Tişêlî, Spining top ji Iraqê, Gora 8, ji Rojava, Husu ji Tirkiyeyê tên nîşandan.
Li Kampa Serdem jî Finding bees (Dîtina mêşên hingiv) ji Mecaristanê, Toujane ji Tunisê, Handshake (Silava destan) ji Yewnanistanê, Paqijkerê kulekan ji Frnasayê, Meqsûd ji Helebê, Song sparrow ji Danîmarkê, The eyes the artist (Çav, huner) ji Maltayê, Mime your manners (Texlîta hal û tevgerên xwe bike) ji Emerîka, The same story (Heman çîrok) ji Spanyayê tên nîşandan.

 

Gelê Efrînê yekane ye

Ji bo nirxandina filman di festîvalê de 7 kes di komîtiya nirxandinê de cih digirin. Yek ji wan jî kameramanê sînemayê Tûraj Aslanî yê ji Kirmanşanê ye.
Endamê Komîteya Nirxandinê ya Festîvala Filman a Lêlûnê Tûraj Aslanî dibêje, gelê Kurd ti carî êrişî kesî nekiriye, lê her tim êrişî wî hatiye kirin; li dijî van êrişan jî nameya aştiyê bi rêya hunerê pêşkêşî cîhanê dike.
Aslanî dibêje, "Niha bi rêya sînemayê ku çeka herî bi hêz e, gelê Rojava bi dirûstî û bi awayekî aştîxwaz nîqaş hibijartiye. Ez gelekî kêfxweş im ku berxwedaneke bêhempa hatiye kirin, gelên ku bi şeran ewqasî li ber xwe dane, her tim xwestine xwe bi pêş bixînin, bi taybetî di warê çand û hunerî de. Ev derfeteke herî baş e ku hatiye bi destxistin. Ji bo ku bi awayekî herî baş qala şidetê bike û bersivê bide cîhanê, bi rêya sînemayê cîhan hemû tê agahdarkirin.
Li gorî min ciwan û şervanên ku Rojavayê Kursdistanê parastin û gelê Efrînê yê ku niha di wergehan de li ber xwe dide, bûne agirê şoreşê yê herî gurr. Her wiha ji bo şoreşa nû ya sînemayê bûne agirekî ku dora xwe ronî dikin. Di cîhanê de mînakek wiha nîne ku di wargehên gelê Efrînê de îro sînema bi pêş dikeve."

 

 

Jin festîvalê û beşdaran diparêzin

Jinên ciwan ên ku tevlî Mihrîcana Filman a Lêlûn a Navneteweyî bûne rol û hebûna xwe di mihrîcanê de derxistin pêş û gotin: "Me xwest rolek me di hundir mihrîcanê de hebe ji bo vê me xebata disiplînê hilbijart da ku em parastina gelê xwe bikin. Me xwest di Mihrîcana Lêlûn de rola jinê derkeve pêş." 
Ji Rêveberiya Komîteya Disiplînê, Dilîvan Reşîd derbarê xebatên xwe di mihrîcanê de got, "Wek jinên ciwan me nexwest normal tevlî mihrîcanê bibin. Me xwest rol û hebûna me jî di vê mihrîcanê de hebe, lewma me karê disiplînê xwest. Me xwest di Mihrîcana Lêlûn de rola jinê derkeve pêş. Em ne tenê filmên Kurdî pêşkêş dikin. ji qederê 150 dewletan film di hundir mihrîcanê de li kampa Serdem û Berxwedan ji gel re tên pêşkêşkirin."
Kênc Xemîs jî bal bire ser girîngiya lidarxistina mihrîcanê li Şehbayê û got, "Yekemîn car li ser xaka koçberiyê Mihrîcana Filman a Lêlûn a Navneteweyî tê lidarxisitin. Me wek jinên ciwan karê dsîplînê di mihrîcanê de hilbijart ji bo parastina gelê xwe. Em ji saet 7'ê êvarê heta 10'an tevlî mihrîcanê dibin. Em bi hêvî ne ku ev mihrîcan serketî derbas bibe. Mihrîcana Lêlûn ji bo gelê Efrînê gelekî girîng e."

ŞEHBA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.