Kî dîn e Xelîlo?
Film: Meş
Derhêner: Şiyar Abdî
Dewlet ji tirsê pê ve ne ti tişt e, ew tenê tirsê ava dike. Ew here li ku konê xwe vede, nexweşiyên xwe jî bi xwe re dibe û axa lê dimîne diherimîne û dixwaze her kesî bike wek xwe. Ji lewma, kes nikare zû bi zû di ber deriyên saziyên dewletê re derbas bibe. Xasma jî di dema darbe û cûntayan de. Ev ne karê her kesî ye. Ji bo mirov karibe tiştekî wisa bike, divê mirov dîn be yan jî xwe li dînîtiyê girê bide! Di zemanekî de ku kes nikare li ber deriyê dewletê bimeşe yan jî bisekine, Xelîlo li ber deriyê dewletê dimeşe. Ne rojekê û ne kêliyekê, ew her roj her kêlî dimeşe. Di devan de qotikên cixarê û tif dike saziyeke dewletê. Xelîlo vî karê xwe wek ayînekê ango wek karekî pîroz her roj bi cî tîne. Meşa li ber deriyê dewletê dibe îbadeta wî û ew baş dizane li vî welatî, divê tenê ev îbadet bi cî were! Gelo ma bi tifê paqij dibin saziyên dewletê? Gelo ma saziyên dewletê li ber xwe dikevin, pozê wan dişewite?
Xelîlo şimaqeke bi tîn li rûyê dewletê dixe! Li welatê wî saziyeke ku tifkirinê heq bike, ev sazî ye. Saziyeke ku şimaq û lêdanê heq bike dîsa ev sazî ye. Meşa Xelîlo ya li ber deriyên dewletê dibe nasnameya wî. Ew naşibe dewletê û wek xwe dimîne. Bi bêdengiya xwe sekn û helwêsta xwe nîşanî dewletê dide.
Kî dîn e Xelîlo?
Di zemanekî de ku kes nikare li kolanên ber deriyên xwe bigere, Xelîlo li ber deriyê dewletê dimeşe. Kî bisekine jî Xelîlo nikare bisekine. Divê ew bimeşe. Heger bisekine dê nasnameya xwe winda bike!
Li welatê te qotikeke cixarê ye dewlet Xelîlo, çend firtan lêde û bavêje!
De înca hûn bibêjin, kî dîn e Xelîlo?

Li dijî qedexeyan bila bibe fîqefîqa me
Film: Mûsayê Bê Asa
Derhêner: Aydın Orak
Çawa ku Hz. Mûsa behr kire du şeq û qewmê xwe tê re derbas kir, Apê Mûsa jî bi henekên xwe qewmê xwe li hember dewletê rûreş nekir û kir ku em bi zimanê xwe serbilind bin. Apê Mûsa wek karakterekî mîtolîjîk ji kezeba dîrokê pekiyabû û hatibû. Xwedê dizane ew niha li welatê Hades yarîyên xwe bi Sokrates dike.
Apê Mûsa her tim xweş fîqandiye û henekê xwe bi dewletê kiriye. Jixwe, dewleta ku ew lê ma jî tenê bi henekan dikarîbû were ravekirin. Dewleta Apê Mûsa ji henekan ava bûbû û bi henekan bi rê ve diçû. Apê Mûsa jî li gorî wan lê dixist û li hember henekên wan yên xav bi henekên xwe yên aqilane di her kêliya jiyana xwe de dersên dijwar didan dewletê. Helbet ew kêm bûn û ne ji wan kesan bûn ku ji henekên Apê Mûsa fêhm bikin û wan bi mane bikin! Di bin henekên Apê Mûsa de her tim dieciqîn û bê bersiv diman.
Dibe ku dewlet têra xwe henekê xwe bi zimanê me kiribe û ew piçûk dîtibe. Dibe ku qedexe jî kiribe û nehiştibe kes pê biaxive. Belê, dewletê gelek tişt bi serê zimanê wî de anîn, lê henekên ku Apê Mûsa bi dewletê û ferzkirinên wê yên li ser zimanê Kurdî kirine, têra me Kurdan hemiyan dikin. Dewlet bi qerf û henekên wî di şermiyê de maye her tim. Lê ka fedî?! Wî qedexeyên dewletê yên li ser ziman bi henekên xwe pûç kirine û li gorî xwe rêbaz dîtine. Rêbazên balkêş. Tên zanîn, yek ji van henekên wî yên navdar jî “Fîqandina bi zimanê Kurdî” ye.
Divê em jî wek Apê Mûsa rêbazan peyda bikin û carinan henekên xwe bi pêkanînên dewletê bikin. Heger em nikaribin bi Kurdî biaxivin, qet nebe em bi Kurdî bifîqînin û di rêçika Apê Mûsa de bimeşin. Bi zimanê xwe stranan, çîrok û destanan bifîqînin.
Qet nebe bila fîqandina me bi Kurdî be!
Li hember qedexekirinên dewletê bila bibe fîqefîqa me. Em Apê Mûsa bi fîkandina Kurdî tim bi bîr bînin.
AMADEKAR: ARDÎN DÎREN