Filmek û Dîmenek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 12 Gulan 2021 - 15:46

  • Awirek li du film û dîmenan.

Ciwaniya zîpik li guliyên wê dibarin

Film: Dema Hespên Serxweş
Derhêner: Behmen Qobadî

Kê avêt ser pişta te ev barê giran, kê ciwaniya te edim kir di nav wê seqemê de? Kê ew sînor çêkirin li ber asoyên xeyalên te? Çima jiyana bi qaçaxî bû para te, di welatê xwe de mirov çawa dibe qaçaxçî û li sînoran diheliqe? Di kîjan kemînê de û li ser pişta kîjan hespê serxweş ber avêt, jiyana te? Di wan şiverêyan de bêyî pênûs û pirtûkan te çend dibistan xitim kirin bi awirên xwe? Niha kî dikare bibêje tu nezan î, tu piçûk û bêfam î yan jî negihiştî yî!?

Awirên Eyûb êşa zarokekî xama dibêje, barê li ser pişta wî û berpirsyariyên wî dike ku zûtir mezin bibe û têbigihîje. Ji malbatekê re dibe bira, dibe dê û bav. Dibe palpişt, dibe her tişt. Ew van peywîran yek bi yek bi cih tîne. Têgihiştina wî beriya temenê wî diçe. Temenê wî di bin têgihiştina wî de dieciqe. Ew tipîtenê ye di vê rêyê de. Rêyeke ku dawiya wê ne diyar e, wek jiyana wî ya xembar! 

Dema Hespên Serxweş, awirvedaneke li ser qaçaxçîtiyê lê çîroka xortekî ku di nav barên giran de asê bûye jî dibêje. Awirên Eyûb li keviya dîrokeke bi jan, di nav mij û berfê de ji me re qala dijwariya xortaniya zarokên Kurd dike. Xortaniya ku zîpik bi ser kulîlkên guliyên wê ve dibarin û biharê difetisîne di kefa destê xwe de.

Rînga şîn wêneyê xezebê ye

Film: Rînga şîn
Derhêner. Omer Leventoglu


Kela kela germa havînê ye û ro dijwar in. Di siwareyeke şîn de çend dîlên ku dor li wan hatiye girtin û tê xwestin ku ew bifetisin. Wext li wan hatiye xezebê. Ji hepsekê ber bi hepseke din ve diçin û rêwîtiyeke dirêj li benda wan e. Lê ev ne rêwîtiyeke normal e, ew derve nabînin û nizanin ber bi ku ve diçin. Di siwareyeke teng û asê de, di rêwîtiyeke nediyar de berê wan li mirinê ye, bê hilm û bê nefes dimînin di germa havînê de. Siware disincire wek dojehê, ew ji tîna xwîdana hev dimijin û bi vî awayî tîna xwe dişikînin ango li ber xwe dididin; da ku nemirin û vîna xwe biparêzin û winda nekin.

Mirov gava tengezar dibe, tim dixwaze biçe zarokatiya xwe û wan rojan bi bîr bîne. Gava mirov zarok e bêhtir azad û serbixwe ye. Ji lewre, her ku zor bi me dikeve em yekser xwe davêjin hembêza zarokatiya xwe. Dîlên ku westiyane û ji tîna ketine, ber bi gundê xwe û zarokatiya xwe ve rêwitiyekê dikin. Bibîranînên zarokatiyê ji wan re dibin hilm û nefes, û ew bi van bibîranînan xwe azad hîs dikin. Xeyalên wan sînorên zordestiyê diçirînin û baranê direşînin bi ser dîlbûna wan de. Ezmanê şîn di dilê xwe de hembêz dikin û têdikoşin. Xeyalên wan ji zilma zordaran mezintir e.

Rînga şîn, dilsozî, rêhevaltî, berxwedan û bawerî ye. Rînga şîn, di nav agir de bê av û bê nefes hewldana jiyanê ye. Rînga şîn, wêneyê zilm û zordariyê, xedarî û xezebê ye!

 

AMADEKAR: ARDÎN DÎREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.