Film: Press
Derhêner: Sedat Yılmaz

Heger li welatekî derew lê be û wê derewê bi rêya dewletê xwe bi rêxistin kiribe, heqîqet dê her tim berovajî bibe û rastî nikaribe derewan têk bibe. Lê rojnamevaniya azad û serbixwe dikare heqîqetê derxe holê û binivîse. Li Kurdistanê rojnamvanî her çiqasî kirasekî ji agir be jî hin rojnamevan vî kirasê ji agir li xwe dikin û bi dû rastiyê dikevin da ku di manşetên xwe de bi cih bikin. Heqîqetê ji xefikan rizgar dikin. Tirsê di kemînan de difetisînin. 

Rojnameyeke ku şewqa rastiyê di manşetên wê de dibiriqin û rojnamevanên wê yên bi agir dilîzin. Rojnameyeke ku tirsê çêdike bi zordaran re û rûyên wan yên kirêt derdixe holê. Rojnameyeke ku derew, kuştin û êşkenca dewletê lê eşkere dike. Li gel girtin, qedexe û êrişan dev ji vê yekê bernade û dibêje, “rojekê ev agir dê we jî bi xwe re bişewitîne!”.

Press, qala rojnamegeriya ji agir dike. Dewletek li hemberî rojnameyekê. ji ber wê, ev rojname û rojnamevanên wê her roj dewletê dişewitînin bi manşetên xwe. Her ku çap dibe, dewlet hinekî din dihele! Ji ber wê ye ku ji bo rojnamevanên ku kirasê ji agir li xwe kirine, nûçe tenê ne nûçe ye û wêne tenê ne wêne ye êdî. Wan wateyeke din li karê xwe bar kiriye. Ev nûçe û wêne li vî welatî gelek tiştên nixumandî zelal dikin. Ew rastiyê di tariyê de nahêlin û ber bi ronahiyê ve dibin.

Film: Min Dît
Derhêner: Miraz Bezar

Me çi dît û çi nedît!  Li ber çavên me kuştin dê û bavên me. Me dît. Di şevên tarî de avêtin çalan cendekên me. Me dît. Dest avêtin xwişkên me. Me dît. Herimandin axa me. Me dît. Birrîn dengê strana me. Me dît. Qirêj kirin xewnên zarokên me. Me dît. Nîvco hiştin çîroka zarokên me. Me dît. Li kolanan sêwî man zarokên me. Me dît.

Em dibînin. Em ê bibînin. Qet xwe veneşêrin me hûn dîtin.

Kujerên me digerin li kuçe û kolanên me. Baş binihêrin li dora xwe. Ew ji me ne dûr in, bi me re dijîn û di nav me de digerin. Em wan bibînin. Em wan eşkere bikin. Em wan di şermê de bihêlin. Em wan bihetikînin. Em bikin ku nikaribin derkevin kolanên me. Em bikin ku biterikînin axa me.  
Min Dît, ji kujerên li Kurdistanê re dibêje, me hûn dîtin! Dawiya filmê bi mizgîn e û tiştekî ji çekê bi bandortir şanî me dide. Şerm! Zarok cezayê herî giran didin kujeran. Wan nakujin lê ji kuştinê xerabtir dikin. Wan bi saxî dixin gorê û dev ji wan berdidin.

AMADEKAR: ARDÎN DÎREN