Film: Janî Gel
Derhêner: Jamîl Rostamî
Li meydanekê Kurd kom bûne û qala mafên xwe dikin dîsa. Pêşengekî Kurd bi cil û bergên xwe yên Kurdî, di destan de kaxizek dîsa tozê radike û diqîre, “Zimanê Kurdî ê şîrîn bila bibe zimanê fermî li vî welatî...” yên li derdorê bi çepik û dirûşmeyan van gotin û daxwazên wî erê dikin. Li meydanê bi xwe bawer û bê tirs in. Lê dijmin bi çavsoriya xwe dorê li wan digire û li meydanê Kurd dimirin dîsa. Li meydanê her roj zilm, lêdan, êşkence û girtin heye ji bo Kurdan. Lê çi xerîb e Kurd dîsa terka meydanan nakin, Kurd ji meydanan hez dikin, her çiqas meydan li darê dinê ew li meydanê hiştibin jî! Li meydanan ji bo gelê Kurd her tim JANên qerase dimînin! Ji xwe dîroka Kurdan jî li van meydanan bi van JANên qerase ava bûye. Janî Gel, qala beşek ji vê dîrokê dike ku Kurd di dîrokê de her tim li meydanê bûne û ji meydanan venekişiyane.
Janî Gel, ji çîrokeke şexsî ber bi çîrokeke civakî divezîle. Jiyana Camêr, êş û bobelatên tên serê wî û malbata wî, wî ber bi çiya û şoreşê ve dikişînin. Heta JANên civakî derman nebin, ne pêkan e ku JANên şexsî jî werin dermankirin li Kurdistanê.
Film: Û Nêrgiz Bişkivîn
Derhêner: Hisen Hesen-Masoud Arif
“Êdî çek westiyan ji gulan ve, erd sot ji xwînê, netirsin destê aştiyê dirêj bikin, da ku em nêrgizan bigihînin we…” Li zanîngehê komek heval, komek nêrgizên ku di bihara welatê xwe de bişkivîne. Dijmin bi xedarî xwe li nav refê wan dixe û her yek wek kewên birîndar bi ciyekî ve diçin. Li dû xwe dihêlin serpêhatî û bibîranînên xortaniyê. Zanîngeha Sedam ji wan re nabe cî û war, ji xeynî ku sêrê wan têxe belayê. Hin ji wan dimînin di nav jiyaneke tahmsar de û hin ji wan jî berê xwe didin çiya û ji bo azadiya welatê xwe têdikoşin. Bi gotina wan, êdî kitêbxane û bawernameya wan, çiyayên Kurdistanê ne. Lê ew heta hetayê naxwazin bi çek û guleyan ve mijûl bibin, bi qasî ji doza xwe hez dikin ji aştiyê jî hez dikin û nêrgizan dirêjî dijminên xwe dikin. Ji lewma netirsin, temaşe bikin li vê filmê, çikû ev film qala biharê jî dike. Hûnê di vê filmê de nêrgizên ku xwe ji bo biharê xemilandine, bibînin.
Li keviya sînemaya Kurd, nêrgizeke bi mizgîn e Û Nêrgiz Bişkivîn. Û Nêrgiz Bişkivîn, çend kêlên sînemaya Kurdî û her wiha çend kêlên doza Kurdan dibişkivîne û raberî dinyayê dike. Bi gotina derhêneran, ev film bi her tiştê xwe Kurdî ye. Bi navê xwe, bi çîrok û şêwaza xwe û her wiha bi xebatkarên xwe.
AMADEKAR: ARDÎN DÎREN