Filmek û dîmenek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Adar 2021 - 00:15

ARDÎN DÎREN

Fîlm: Vodka Lemon
Derhêner: Hiner Saalem

Her du jî di nav serma û seqemê de bi tenê ne. Her du jî li ser yên çûyî, digirîn û dilê wan bi şewat e. Li ber bayê zemanekî xedar tim li tenêtiya xwe mikur tên. Her roj li goristanê pêrgî hev tên û ji dûr ve bi awirên qerisokî li hev dinihêrin. Ji hev şerm dikin. Du dilên bedew ên ji hev re rêzê digirin. Her çiqas bi zimanê hev nizanibin jî ew bi strana Mihemed Şêxo ya “Ay Lê Gulê” bi yek zimanî diaxivin û xemgîniya xwe ji bo demekê belav dikin. 

“Li ser gulê têm kuştinê, gulê nadim bi malê dinê...” Di bin berfa Elegezê de du mirov xwe bi vê stranê germ dikin.

Fîlm: Kick Off-Kerkûk
Derhêner: Şewket Emîn Korkî

Di seheya futbolê ya cîhanê de tenê xwedê dizane bê Kurdan çend gol xwarine! Tenê xwedê dizane ku di pêşbirkên şer û pêvçûnan de çend caran seqet mane û lingên wan hatiye şikandin! Tenê xwedê dizane çend caran ji seheya jiyanê hatine avêtin û ceza li wan hatiye birrîn! Belê li ber çavên dinyayê vê carê Kurdan seheyeke futbolê ji xwe re kiriye wargeh, erê li pêşberî zilma Sedam pêşbirka jiyanê! Ev ne seheyek e, êdî evder gundek e. Malên tenekeyî lê hatine avakirin. Kesên ji ber zilma Sedam reviyane di vê sehayê de nalîzin, ew rasterast dijîn. Jiyanekê ava dikin ji ber ku ciyekî ew herinê, nîne. 

Di seheya futbolê de hêviyên şikestî! Ji serdest û zordaran goleke dijwar xwarine ya ku wê qet neyê jibîrkirin!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.