Mihrîcana Belgefilman a FîlmAmedê ya 8’an di roja duyem de 28’ê Cotmehê, bi bernameyeke têr û tije dewam kir. 

Mihrîcan bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn tê lidarxistin. Di mihrîcanê de ji bo nîşandana belgefilman saetên 13.00, 15.00, 17.00 û 19.00 û Şanoya Bajêr a Amedê, Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr, Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hatine jêgirtin. Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê tenê şev saet 19.00’an belgefilmek tê nîşandan û cihên din jî saet 13.00 heta 19.00 nîşandana belgefilman didome. 

Belgefilmên ji Rojhilat hatin nîşandan

Li gorî bernameyê saet di 13.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê kurtebelgefîlmên bi navê “Hîwa” (yê Mozhgan Kavoosi), “13’ê Gulanê” (yê Tariq Tofiq Qadir), “Çiya-Bi Nêrîna Jinan” (yê Rebwar Mahmoud Pour) ku her sê kurtebelgefilm jî aliyê derhênerên Rojhilatê Kurdistanî ve hatine çêkirin, hatin nîşandan û piştî nîşandanê jî bi derhênerên filman re gotûbêj hat lidarxistin. Piştî gotûbêjê sînemavan Veysî Altay û Ekrem Heydo plaket dan derhêneran. Di gotûbêjê de temaşevanan pirs û pêşniyariyên xwe anîn ziman û derhêneran jî bersivandin. Di heman demê de li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî filmê bi navê “Bedewiya Nepen ya Îraqê” hat nîşandan.

Di saet 15.00’an de dîsa li Şanoya Bajêr a Amedê kurtebelgefilmên bi navê “Jimareya Laboratûarê ya 2”, “Dartaş”, “Vegera Malê” û “Ez, Dayika Min û  Toz”, li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî filmê “Di Valahiyê De” hatin nîşandan. Li gel derhênerê filmê “Dartaş” Xelîl Sehragerd re jî gotûbêjek hat lidarxistin û derhêner di derheqê fîlmê xwe de pirsên temaşevanan bersivand.

Di saet 17.00’an de belgefilmê “Tamî Aw” hat nîşan dan û bi çêkerê wê Saman Mustafa re jî gotûbej hat lidarxistin. Di heman demê de Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî filmê “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl” nîşan da. 

Li derve jî nîşandan pêk hatin. 

Di saet 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê “Wergerandina Ulysses”, li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr “Harmoniya Ji Bo Piştî Şer”, li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê “Dengê Radyoya Rewanê Li Ku Ye” û li Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê jî “Lêger” hatin nîşandan.

AMED