Filma ‘Zer’ li ser youtube temaşe bikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Gulan 2023 - 02:16

Derhênerê Kurd Kazım Oz da zanîn ku ew ê 5’ê Gulanê îro saet di 21:00’an de filmê xwe yê bi navê “Zer” ku di sala 2016’an de çêkiribû li ser hesabê xwe yê youtube belav bike. Filmê Zer dê bi 15 jêrnivîsên biyanî were nîşandan.

Kazım OZ got, platformên sînemayê newêribûne filmî qebûl bikin û nîşan bidin, ji lewma jî wî biryareke bi vî rengî daye û filmê xwe li ser medyaya civakî nîşan dide. Kazım Oz da zanîn ku temaşevan wê li sayhneyên ku Tirkiye hatibûn sansûrkirin jî karibin temaşe bikin. Piştî nîşandana film dê hevpeyvînek jî çêbibe û kesên bixwazin dê derheqê filmê Zer de pirsan ji Kazım Oz bikin û ew jî dê hewl bide van pirsan bibersivîne.

Filmê Zer behsa sêrpêhatiya xortekî ku navê wî Jan e dike. Jan, ji Emerîka ber bi Dêrsimê ve dide pey serpêhatiya strana bi navê “zer” û film jî behsa vê rêwîtiya Jan dike. Esas, Jan dikeve pey strana dapîra xwe Zerîfeyê. Lê di rêwîtiya Jan de em kok û rehên civakekê jî dibînin û her wiha trawmayên xelkê jî. 

Filmê Zer li Festîvala Burgas a Navneteweyî “Xelata Mezin a Temaşevanan” û li Festîvala Filman ya Mannheim-Heidelberg jî “Xelata Temaşevanan” û “Xelata FIPRESCI” wergirtîbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.