Filma Napolyon

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 2 Adar 2024 - 00:31

Dema li ber Filmên li ser kesên wek Eskenderê Mezin,Cesar,Darius,F.S Mihemed,Napolyon hwd.lerizandineke ecêb tê min. Gelo Wan kesan bi çi şêweyî mohra xwe li dîroka Civakê dane? Dîrok çawa guhartine. Bêguman bi şerên ku bi sed hezar esker li meydana bi hev dane kuştin. Vêce dîroka fermî jî ji xwe fedî nake û van kesan dinava xwe de wek kesên ku dehaya wan ya leşkeri heye,qaşo fermandarên mezinin,bêtirsin û hema çi pênaseya lehengîye hebê di deyne pêşiya navê wan. Di vir de nankokiyek heye. Li gor tiştên ku dîrokê nivîsandiye û em îro di filman de temaşe dikin ne şer ne jî qehremaniyeke. Tiştên ku qewimîne qetliamên di dîrokê de ne. 

Heya niha gellek belgefilm û film li ser Napolyon Bonapart hatine çêkirin. Yê herî dawî ji aliye Derhênere İngiliz Ridley Scott ve hatiye çêkirin. Li gor xwendinên min yên film bi butceyeke mezin hatiye çêkirin lê bes di gişeye de negihaştiye butceya xwe jî. Ji bo Film û Derhênerên vî rengî gihaştine butceyê muhîme. Ji ber ku film birastî bi dimenên xwe yên şer jî dide xuya kirin ku bi produksiyoneke mezin hatiye çêkirin. 

Film bi çuyîna Xatûna Fransîya ya ber bi Giyotîne destpê dike. Celad sere xatûne radike û gel bi kêfxweşî temaşe dike. Ji xwe şoreş jî şoreşa Giyotinê bû! Li gor Film Di dema Şoreşa Fransîya de Napolyon leşkerekî ji rêzebûye û derfetek ketiye deste wî de go kelehekê ji desê İngilîza rizgar bike û lîmanê dise bike deste Fransîya. Napolyon bi çavsoriya xwe êrişeke organize dike û bi ser dikeve. Piştî serkeftine Hukumeta Fransî peyvirek din dide wî! Napolyon di vê peyvire de berê Topan dide gele Fransî yên ku li hember Hukumetê serî rakirine. Yanî Napolyon e bilind pepeluka peşî ya qehremaniya xwe bi kuştina gele xwe hilkişiyaye. Ê hukumet vî karî bi medelayona pîroz dike û Napolyon e me her diçe berztir dibe. Di dawî de jî darbeyeke li hukumetê dike û bere xwe dide şeran an jî qetliaman. 

Film bal kişandiya ser tekiliya wî du Jinan. Yek jê dêya wî ya din Jin a wî. Lê li ser ya Jin a wî zêdetir sekiniye. Ji vê balkişandine jî ev derdikeve ku Napolyon ne qereketerekî ku xwe ava kiriyeye. Ew di bin bandora zarokatiya xwe de maye. Dêya wî û qewimandinên zarokatiya di binhişê wî de qurm deynane. Di Napolyon bûna wî de ev qurm bi Jina wî şax didin. Binhişê wî ji dêya wî vala dibe û dewsa dê Jin digire. Belkî ewqas qetlîam û şer û kuştin xwe îspatkirina piskopatekî ya li hember Jin û dêya wî be kî dizane?

Sefera wî ya Moskova û binketina wî rêya surgunê jê re vedike! Camêr di ber Berztirbûna xwe de berê şeşsed hezar leşker dide Rusya û di encamê de bi çil hezar leşker vedigere! Wisa Xuyaye ku di xeyala her Fermanderê Ewropî de dagirkirina Moskova heye. Û her Fermanderê mezin ê ewropî jî di rêya wê xeyalê de têk diçe. Hesab dayîna mirina pensed û şest hezar leşker ji Fermandarekî wek Napolyon re ne tiştekî ewqas mûhîme,bi lejyonên xwe re di giravekê de çend salan xwe dide hev û dise berê xwe dide Parisa xopan.Lê vê carê Hukumeta Paris e bi alikariya Dewletên Ewropî wî têk dibin û wî vê carê bi komek keşker di şiyênin giraveke Efriqa. Heya dimire jî li wir dimêne. 

Film him pir direj bû û di ser de jî ne herikbar bû. Filmên bi vî rengî herikandina wan xurttire aksiyona wan zedeye. Derhêner Qerekterê Napolyon li holê hiştiye êdî kî dibe baş kî dibe xirabe herkes li gor xwe şîrove dike. Ev jî diyar dike ku nêrîneke resen ya Derhêner tunneye. 

Kurt û Kurmancî dema tu yekî ji rêze be û kesekî bıkujê tu dibe Kujer,lê heger tu kesekî ku dewlet li pişte be tu sedhezar leşkeran jî bide ber meydana şeran û wan qetil bike di encamê de tu dibe qehreman. Heger Sînema Hunerek be û li gor berjewendiyên civakê tevbigere bergeha Kameraye diyare! Rastiya Civakê! Eşkere kirine Kujeran!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.